Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 37’emîn de ye

HDP’ê li Hewlêrê greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ev çalakî di roja 37’emîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê bêdawî û bêdorveger yê endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî didome.

Bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Mijdarê de greva birçîbûnê hatibû despêkirin. Çalakî di roja 37’emîn de didome û koma 19’emîn çalakî dewr stend.

Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 37’emîn de didomîne.

Nûnera HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Muzeyyen Guneş diyar kir ku ew ê çalakiya xwe heta dawîn bidomînin.

BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HATIN KIRIN

Guneş ji ber tecrîdê bang li saziyên navneteweyî CPT û Neteweyên Yekbûyî kir û xwest bila berpirsyariya xwe pêk bînin û li hemberî tecrîdê têkevin nav hewldanan.