Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê bi komeke nû dewam dike

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê, greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirina mafên mirovan, di roja 42'an de bi komeke nû dewam dike.

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Wanê, ji bo bidawîbûna kiryarên Rewşa Awarte, girtiyan di 14'ê Îlonê de bi 10 rojan bi rengekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî di roja 42'an de ye.

Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê van daxwazan dikin:

"*Bila binpêkirina mafên mirovan û tecrîdkirina girtiyên siyasî bi dawî bibe,

*Têlên li ser dîwarên hewşê bila bên rakirin,

*Di hevdîtinên girtî û vekirî de bila lêgerîna bi rengekî kêfî bi dawî bibe,

*Radyoyên ku di dema Rewşa Awarte de hatin komkirin bila bên vegerandin,

*Dema derketina hewşê ya girtiyên muebbetê bê zêdekirin (Niha saeteke),

*Girtiyên siyasî û yên ji sûcên din li heman korîdorê neyên bicihkirin, li du blokan bên komkirin û dest ji helwesta kêfî ya guhertina odeyê bê berdan."

Girtiyên koma nû ya greva birçîbûnê wiha ne:

"Mahsûm Deger, Mehmet Dûran, Îzbat Orhan, Egît Selman, Nacî Erkol, Devrîm Aşkan, Dîvalî Acar û Nazmî Aydin."