Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê bi dawî bû. Hat ragihandin ku daxwazên girtiyan hatine qebûlkirin.

Li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê girtiyan di 21'ê Sibatê de ji ber binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hat ragihandin ku îdareya girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl kirine û girtiyan jî greva birçîbûnê bi dawî kiriye.

Girtiyan xwestibû îdareya girtîgehê dev ji ferzkirina poşmaniyê berde, sewqên nexweşxaneyê bên kirin, lêgerîna di hundurê dev de bi dawî bibe, tedawiya diranan bê kirin, mafê wan ê çalakiyên sosyal esas bên girtin, dema hevdîtinan wekî berê be, divê bê hiştin ku girtî karibin ji derve kincên bin, şimik, destmal û amûrên kirtasyiyeyê peyda bikin, dev ji lêpirsîn û cezakirina giştî bê berdan, rojname û kovar bên dayîn, çareserkirina meseleya berber,  temaşekirina qenalên muxalif û ji bo girtiyên li erdê radizên peydekirina qawîşine nû.

Hat ragihandin ku girtîgehê ev daxwaz qebûlkirine.

Piştî qebûlkirina daxwazan girtiyan jî biryar girt ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî bikin.