Greva birçîbûnê ya li Amedê bi koma 4. dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Amedê, ku ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehan re were dayîn hate destpêkirin, di roja 61. de ji aliyê koma 4. ve tê dewamkirin.

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 61. de ne. Greva birçîbûnê ya li Amedê jî, ku ji bo destekkirina berxwedêrên zindanan hate destpêkirin û 2 rojan carekê bi dorvegerî tê girtin, ji aliyê koma 4. ve dewr hate girtin. Di nava koma çaremîn de endama Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk Gulîstan Akel, hunermend, siyasetmedar û xizmên girtyan hene. Çalakî li salona konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Bajêr tê girtin. Pankarta bi nivîsa "Bêdengî erêkirina mirinê ye, em ê bêdeng nebin" hatiye daliqandin.

'DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE'

Li ser navê koma sêyemîn ku grev dewrî koma çaremîn kir Alîkarê Hevserokên DBP'ê Ramazan Tûnç axivî û got, "Ev 61 roj in li dijî siyaseta xitimiye, berxwedanek heye. Ji bo dengê wan bê bihîstin, weke welatparêz û siyasetmedaran em kom bi kom dikevin grevê. Divê her kes daxwazên girtiyan bibihîzin û derhal bersivê bidin. Eger girtiyan ji bo jiyaneke azad û însanî jiyana xwe danibin ber mirinê, lazim e em bibin dengê wan. Hemû daxwazên girtiyan, daxwazên me ne."

'BERXWEDÊR WÊ BI SER BIKEVIN'

Li ser navê koma çaremîn jî Gulîstan Akel peyivî û got, "Gelekî girîng e ku gel xwedî li vê berxwedanê derkeve. Em di pêvajoyeke welê de ne ku qirkirina ji aliyê dewletê ve tê kirin gihîştiye asteke bilind. Wê îro biryareke dîrokî were dayîn û em hêvîdar in dengê ku gel bidin, wê pêşî li vê demê veke. Em weke şahidên têkoşînê, bêhêvî nînin. Ew ê bi van êrîşên xwe di nava dîrokê de winda bibin. Lê berxwedêr wê dîrokê binivîsînin. Li pêşberî berxwedêrên ku ev 61 roj in li ber xwe didin bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em li vê derê ne ji bo bibin hevparê berxwedana wan."

Piştî daxuyaniyê, malbatan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qîriyan.