Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34'an de ye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li zindanan dest pê kir, di roja 34'an de ye.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî, di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan bi rengekî bêdem-dorveger greva birçîbûnê dest pê kiribû. Grev di roja 34'an de ye û bi koma 7'an dewam dike.

LI ERZÎROMÊ 10 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE

Yek ji girtîgehên ku greva birçîbûnê bi koma 7'an dewam dike Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê ye.

Li gorî agahiyên girtî Davût Kamiş, Adem Çallar, Kahraman Varol, Abdulcelîl Taşçi, Fahrettîn Taş û Melîk Polat, her wiha 4 kesên ku navê wan nehate hînbûn li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.