Greva birçîbûnê ya Amedê bi koma duyemîn dewam dike
Li Amedê, greva birçîbûnê ya bi mebesta destekdayina li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li zindanan dest pê kirî, koma duyemîn bi dirûşma 'girtî rûmeta me ne' dewr girtin.
Li Amedê, greva birçîbûnê ya bi mebesta destekdayina li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li zindanan dest pê kirî, koma duyemîn bi dirûşma 'girtî rûmeta me ne' dewr girtin.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê bi mebesta destekdayina li greva birçîbûnê ya zindanan ji hêla malbatan û rêveberên partiyê ve hatî destpêkirin didome. Greva birçîbûnê ji bo 2 rojan bi dorvegerî pêk tê. Îro koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt. Siyasetmedarên ji DBP, HDP, TJA û KCD’yê ku ji 20 kesan pêk tê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan kirin. Di nava çalakgeran de ku dest bi grevê kirin Wekîlê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, malbatên girtiyan û nûnerên saziyan hene.
Beriya ku koma duyê çalakiyê dewr bigire li ser navê koma pêşî Wekîla Amedê Feleknas Ûca axivî. Ûca ku ev 2 roj bûn di greva birçîbûnê de bû diyar kir ku ew di rojên dîrokî de ne û got, piştî 14’ê Tîrmehê dîsa berxwedaneke 57 rojan dest pê kiriye.
Ûca destnîşan kir, li dijî zilm, şer, çewisandin, tinekirinê ji bo her kesê ku serê xwe radike li ber xwe didin û got ev 57 roj in ji bo gelê Kurd bedena xwe dane ber mirinê. Ûca herî dawî got: "Îro em grevê dewrî koma duyem dikin. Lê ne tenê li vir, li Rojava û Ewropa jî çalakî didomin. Ji gelê me tekane daxwaza me ew e ku deng bidin vê qîrîna me û vê berxwedanê. Guhê xwe bidin vê qîrînê. Daxwazên wan daxwazên me hemûyan in. Werin em bi hev re vî dengî gur bikin. Ew ji bo me dibine deng werin em jî bibin deng ji wan re."
Piştre li ser navê Komeleya 78’an, endamê Şûbeya Amedê Azîz Çeklîk axivî û diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazên însanî ne, daxwazên wan in jî û wiha got, "Ji bo ku ev daxwaz werin pêkanîn em ê jî li gel girtiyan bin. Em dixwazin di zûtirîn demê de ev daxwaz werin pêkanîn."
Piştî daxuyaniyê dirûşma "girtî rûmeta me ne" hatin berzkirin û koma duyem dest bi grevê kir.