Gotina 'Birêz Ocalan' weke sûç hate nîşandan
Li Wanê, 6 rêveberên HDP û DBP'ê ji ber gotina, 'Birêz Ocalan' ketin ber lêpirsînê û ji wan hate xwestin ku îfadeyê bidin.
Li Wanê, 6 rêveberên HDP û DBP'ê ji ber gotina, 'Birêz Ocalan' ketin ber lêpirsînê û ji wan hate xwestin ku îfadeyê bidin.
Li Wanê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya HDP, DBP, TJA û Dayikên Aştiyê roja 21'ê Cotmeha 2017'an ji CPT, Serdozgerê Komarê yê Bursayê û ji Wezareta Edaletê re faks û name hatibûn şandin.
Beriya şandina faks û nameyan li avahiya DBP'ê daxuyanî hatibû dayîn û di daxuyaniyê de ji ber ku gotina, 'Birêz Ocalan' hate gotin, li Hevserokên HDP'ê yên Wanê Parêzer Umît Dede, Yadîşen Karabûlak, Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Çetin, endam û rêveberên HDP’ê yê bajêr Azîm Yacan, Handan Karakoyûn û Çetîn Ûral lêpirsîn hate vekirin. Ji ber lêpirsînê, ji Mûdiriyeta Polîsan bang li wan hate kirin ku îfadeyê bidin.
Di îfadeyên wan de gotina,'Birêz Ocalan' weke sûc û pesindayina rêxistinê hate nîşandan. Siyasetmedaran di daxuyaniya xwe de bal kişandibûn ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestibûn demildest agahiyê ji Ocalan bên girtin.