Goristana ku 5 hezar mirov lê ne: Helebce!

Mirovahî di encama şerê sedsala 20’an de bû şahidê komkujî û trajediyên ku ragirtina wan giran e.

Di vê pêvajoyê de çekên pêşketî yên teknolojîk hatin çêkirin û di vê sedsalê de ev li ser mirovan hatin ceribandin. Dema ku hate dîtin ev bû sedema karesatên mezin di sedsala 20’an de peymanên navneteweyî hatin îmzekirin, yekîneyên kontrolê hatin danîn. Helbet van nekarîn ku şer bidin sekinandin. Ji ber sedema hesabên polîtîk ên di navbera welatan de û ji ber dîplomasiya berjewendiyê ev trajedî çêbûn.

PÊVAJOYA BER BI QIRKIRINÊ VE

Kurd di sedsala 20’an de rastî li karesatên mezin hatin. Tenê tişta ku Kurdan di dema dîktatoriya Seddam Hisêyn de li Iraqê jiyan jî ji hêla dîroka mirovahiyê ve birîneke kûr e. Polîtîkaya rejîma Bees a ku salên 70 û 92’an li ser Kurdan kirî bûbû sedema trajediyeke mezin. Li Enfalê û Helebce rûpelên şermê li dîroka mirovahiyê zêde bûn, li Helebceyê jî ev bi salan e ku ji bo ku rabe ser xwe têdikoşe.

Şaredarê Helebce dibêje nifûsa Helebce 120 hezar e. Helebce bajarekî şîrin e ku li rojhilatê Başûr e û sê aliyên wê bi çiyayan pêçayî ye. Demsala Helebce nerm e, çemê Sîrwanê deştên derdora Helebce av dide. Kurdên bajêr bi Hewramî diaxivin, ev jî nîşan dide ku ji deverên ku Soranî diaxivin ji Kurdan xwedî dîrokeke dî ne. Tevahiya dinyayê Helebce ji komkujiya Helebce a 16’ê Adara 1998’an dizane ku Seddam Hisêyn bi çekên kîmyewî êrîş bi ser Helebce de anîbû. Li goristana Helebce 5 hezar gor hene. Di ser komkujiyê re li gel ku 29 sal derbas bûne jî hê jî şopên komkujiyê neçûne. Ev komkujiya ku her sal bi merasîman tê bibîranîn çawa pêk hatibû?

Wê demê Iraq di rêveberiya Seddam de bû, nîvên salê 80’yî li hêlekê bi Iranê re şer dikir û li hêla dî jî li dijî Kurdan. Wê demê PDK û YNK li dijî rêveberiya Seddam bûn. PDK û YNK bi ‘’Eniya Kurdistanî’ gihaştin hev û Sİlêmanî kirin jêr kontrola xwe. Seddam li dijî vê ji bi navê Enfalê li dijî Kurdan qirkirin da destpêkirin.

Pêvajoya Enfalê bi şerê Iraq û Îranê  bileztir bû. Ji ber ku du welatên ku şerê hev dikirin dixwazin Kurdan li dijî hev bikin kozê siyasî. Ji bo ve jî ber bi 1986’an ve rejîma Bees ku li herêma Kurdan li dijî Îranê qels mayî hewl da ku Kurdan bi temamî tine bike û wan ceza bike. Ji bo vê jî Elî Hesen el-Mecîd ku weke ‘’Eliyê Kîmyewî’’ tê naskirin hate peywirdakirin. Pêşî zemîna qirkirinê di hêla yasayan de hate danîn. Gelek herêmên ku Kurd lê dijîn kirin 'herêmên qedexe'. Hemû mafê hiqûqî û yasayî ya şêniyên vir hate betalkirin. Hate diyarkirin kesên ku li ‘herêmên qedexe’ dijîn sivîl jî bin wê miemeleya ‘pêşmerge’yan bi wan were kirin û werin kuştin.

MIRINA KU BI BÊHNA SÊVÊ HATÎ

Li Helebceyê nêzî 76 hezar kes dijîn. Li jora Helebce, nêzî sînorê Rojhilat bajarokê Hurmalê hebûn. Ev du dever jî ji bo Iraqê cihên stratejîk bûn. Dema ku şerê Iraq û Îranê dom dikir, 1998’an, 15’ê Adarê artêşa Iranê bi ser Iraqê de de hat. Artêşa Iranê û pêşmergeyên Talabanî Helebce derbas bikin û bi kelekan çûne başûrê gola Derbendîxanê û ketin rêya Silêmanî.

Hemû xetên ragihandinê hatibûn birîn û ti têkiliya herêmê bi Iraqê re nemabû. Li vê herêmê  4 hezar leşkerên Iraqî hebûn. Piştî ku artêşa Îranê ev qasî nêz bû û herêm kete  kontrola Kurdan rejîma Beesê qurf pê re çêbû. Sedam ji bo ku pêşî li artêşa Îranê bigire careke dî fermana çeka kîmyewî da Mecîd. Yekîneyên Iraqê bi serektiya Meclîd 16’ê Adarê êrîşa herî giran a Enfalê pêk anî. Pêşî êrîşa hewayî hate kirin û piştre bi tang û topan êrîş pêk hat. Lê şêniyên Helebce pir netirsiyan. Êrîş, ji ber şerê ku ev bi salan e dom dikir, parçeyek ji jiyana xwe didîtin. Ketin malên xwe û sikeftan.

Lê hay ji taktîka artêşa Iraqê nebûn. Artêşa Iraqê jî pêşî êrîşa bi çekên konvansiyonel pêk anî da ku camên wan bişikin. Bi vê re rê li ber operasyona duyê vekirin. Piştre jî çekên kimyewî şixulandin. Ji ber ku cam şikestibûn ên ku ketibû hundir jî xilas nebûbûn. Dema ku bombekirina duyan dest pê kir bêhnek berbelav bû. Gelêk kesên ku nemirin fêhm nekirin bê ka ev ‘bêhna sêvan’ çiye. Jixwe wextê wan jî ku vê watedar bikin nebû. Dema ku bêhn kişandin yek bi yek dimirin. Hem mirov û hem jî ajal..

Di bombekirinê de bombeyên ku gazên xerdel û sarînê bi kar anîbûn. Ên ku gaz hilmijandin çermê wan şewitîbû, fetisîbûn. Hin li ber deriyê mala xwe, hin li ber baxçe, hin li din dîwarekî, hin ji şiverêyekê ku bi hêviya xilas bibin baz dabûn.

WHO: HETA NIHA 43 HEZAR KES MIRIN..

Piştî vê êrîşa kîmyewî li Helebce ji 5 hezaran zêdetir Kurd mirin û ji 10 hezaran zêdetir kes jî birîndar bûn. Li gorî Rêxistina Tendiristiyê ya Dinyayê (WHO) hijmara miriyan zêdetir e. Li gorî WHO di êrîşa kîmyewî de li Helebceyê heta niha 43 hezar û 753 kes mirine, 62 hezar û 200 kes jî seqet mane.

Li Helebce di dema Enfalê de kûçikan gelek termên mirovan xwarin, gelek mirov li çolan li nav xîzê hatin veşartin, di kampên komîserhev kirinê de gelek hovîtî hatin jiyîn. 16’ê Adarê dema ku gelê Helebce rastî li komkujiyeke herî giran hatî, neçariya xwe jî jiyan.

DAYIKA HELÎSE: WEKE MEYDANA MEHŞERÊ BÛ..

Dayika Helîsa ku li gundê Anap ê Helebceyê di jêrzemîna mala xwe de xwe veşartî û sax mayî, du çavên wan nabînin wiha behsa roja hovîtiyê kir:

"Dengê helîkoptêran hat, piştre jî dengê balafiran. Dengê bombeyan ji her deverê dihat. Piştî her bombeyê bêhneke genî dihat. Piştre bêhna wê dibû weke bêhna sêvan, xweş dibû. Min li derve nerî. Pir bêdeng bû lê ajal dimirin. Bizin û meh dimirin. Çavên me dişewitîn û hêstir ji çavê hine ji me dihatin. Me biryar da ku birevin. Em ber bi cihê avê ve çûn. Weke ku em dibeziyan bilez me hilm distand. Pelên daran diweşîn. Li her deverê mirov dimirin. Dema ku zarokan nema dikarîn pêştir biçin, dê û bavên wan zarok dihiştin û diçûn. Yixtiyar jî dihiştin û diçûn. Dibeziyan, nedikarin hilmê bistînin û dimirin. Weke roja mehşerê bû û yên ku hal di wan de mayî diqîrîn."

Li goristana Helebce dema gor hatine vekirin, di hin goran de 1500, di hinan de 400, di hinan de 80 term hatine veşartin. Ji bo vê jî piştî komkujiya Helebce ku 5 hezar kes lê hatibûn kuştin, li bajêr, em dikarin bibêjin yek gor e ku 5 hezar kes tê de hatine veşartin. Di çarîka sedsala 20’ê de 1994’an komkujiya Raunda, 1995’an a Boşnakan û 1988 a Helebce ya li ser kurdan bûne êşa hevpar a mirovahiyê.