Goran: Em ê li ser şopa Mistefa xizmetê ji Kurdistanê re bikin

Tevgera Goran sersaxî ji malbata Newşîrvan Mistefa û gelê Kurd xwest û diyar kir, ku ew ê li ser şopa Mistefa xizmetê ji Kurdistanê re bikin. Cenazeyê Mistefa wê sibe bi merasîmekê were veşartin.

Berdevkê fermî yê Tevgera Goran Şoreş Hecî, ji ber wefata serokê xwe yê giştî sersaxî ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re xwest û got, "Em ê li ser rêbaz û bernameyên serokê xwe yê mezin Newşîrvan Mistefa berdewam bin û xizmetê ji Kurdistanê re bikin."
 
Di vê navberê de hat ragihandin, ku wê cenazeyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa, sibe saet di 10:00 de li Girdê Zergete yê bajarê Silêmanî bi merasîmeke girseyî were veşartin.

Ji îro ve nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin herêma ku wê cenazeyê Mistefa sibe lê bê veşartin.