Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina hilbijartinên Îranê bang kirin
Komek ji girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de ne piştgirî dan biryara boykotkirina hilbijartina Parlamenta Îranê û banga boykotkirinê kirin.
Komek ji girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de ne piştgirî dan biryara boykotkirina hilbijartina Parlamenta Îranê û banga boykotkirinê kirin.
Komek ji girtiyên siyasî yên Kurd ji girtîgehên Urmiye, Xoyê û Kaşmerê bi daxuyaniyek hevbeş banga boykotkirina hilbijartinê li gelên Îranê kirin.
Di daxuyaniya girtiyên siyasî de wiha tê gotin; "Komara Îslamî ya Îranê di siyaseta xwe de ya hundirîn û derve xetimiye û roj bi roj krîza wê kûrtir dibe. Careke din di hilbijartinê de hewl dide gel teşwîq bike û dîrokê bide ji bîrkirin ku deng bide. Heta ku careke din vê keştiya şikestî bigihîne kenarek aram. Dixwazin em darvekirinan ji bîr bikin, cihê darvekirinên bê kefen nepirsîn, şopên êşkeneyan ên li ser bedenan veşêrîn û biçîn li ser sindoqan. Xwîna di zivistana 2018 û payîza 2019’an de hatî rijandin û navê sedan kolberên ku ji bo nan jiyana wan jê hatî standin, ji bîr nekin. Li seranserî Îranê niha boykotkirina hilbijartinê bûye xwestekek giştî. Em jî piştgiriya vê xwesteka giştî dikin û weke dema borî hilbijartinê boykot dikin.”
Navê girtinên daxuyanî dane;
1- Zeynep Celaliyan
2- Şakir Baqî
3-Rehîm Turgut
4- Beşîr Pîremawane
5- Kamran Derwêşî
6- Perwêz Nasirî
7- Ehmed Temuyî
8- Îbrahîm Îsapur
9- Elî Ehmed Suleyman
10- Sabir Kemanî
11- Peyman Mîrzazade
12- Fîruz Musazade
13- Siyamek Eşrefî
14- Kemal Hesen Remezan
15- Hatim Ozdemir
16- Rehîm Mehmudî Azer
17- Mihemed Mîrzayî