Girtiyên PAJK'ê: Giyana zindanê zindî bû!

Girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê gotin, heta ku tecrîd rabe ew ê çalak bin.

 

Grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li zindanê Kurdistanê û Tirkiyê, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, destpê kiribû, berdewam dike. Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 44'an de didome û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ên li girtîgehên cuda yên 42 girtiyan ji 16'ê Kanûnê ve didomin. Her wiha greva birçîbûnê ya 6 girtiyên jin a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê jî ev 49 roj in didome.

'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'

Girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê têkilî grevên birçîbûnê peyamek dan. Girtiyan di peyama xwe de çalakiya Leyla Guven slav kirin, gotin, li dijî êrîşên faşîzmê ku mirinê ferz dikin wê girtiyên azadiyê bêdeng nemînin.

Girtiyên PAJK'ê diyar kirin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd êrîşeke sîstematîk li ser dîrok, çand, nasname  û civakan heye. Peymana girtiyên PAJK'ê wiha ye:

GIYANÊ BERXWEDANÊ YÊ ZINDANÊ YÊ PKK'Ê ZINDÎ BÛ'

''Zindana Amedê êrîşên weke vê, beriya bi 40 salî, bi giyanê berxwedanê yên Kemal, Xeyrî û Sakîneyan hate pûçkirin. Rûmeta mirovahiyê bi ser ket. Niha jî giyanê berxwedanê yê zindanê yê PKK'ê zindî bûye, li serkeftina teqez asê bûye. Em girtiyên jin ên PAJK'ê bi biryar û bi wê îdîayê ne, ku peywir û berpirsyariya ku serdemê daye ser me bi cih bînin. Bi dirûşma, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin'' sê hevalên me yên jin ên bi navê Evîn Kaya, Kibriye Evren û Hîlal Olmez dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.''

'REJÎMA FAŞÎST WÊ TÊK BIÇE'

Girtiyên PAJK'ê diyar kirin heta ku şertên jiyan û xebata azad ji bo Ocalan çêbibin wê çalakiya xwe bidomînin û gotin: ''Rejîma yekreng û faşîst a  AKP-MHP'ê, li bara berxwedana azadîxwaz û demokratîk a gelen wê têk biçe. Em jin, mîna ku hevrêya me Leyla Guven kirî, em bi wê îdîayê ne ku pêşengiya vê pêvajoya berxwedanê bikin. Bêyî ku Rêber Apo azad bibe, jin azad nabin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Di serî de gelê Kurd em  bang li hemû gelan dikin ku tevlî vê berxwedana bibin, ya ku li zindanan dest pê kiriye. Bi baweriya ku bi berxwedanê bi teqezî em ê bi ser bikevin, em hemû hevrêyan, gelê Kurdistanê ku li derve li ber xwe dide slav dikin û serkeftinê dixwazin.''