Girtiyên li Tîpa T a Xarpêtê: Êrîş û zext hene

Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê êrîş û zext zêde dibin. Girtiyên ku gelek mafê wan hatine desteserkriin diyar kirin ku ew ê vê rewşê qebûl nekin û banga bihîstyariyê kirin.

Dewleta Tirk li ser girtiyên siyasî zext û zordariya xwe didomîne.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê li ser girtiyan kirinên kêfî zêde dibin. Girtiyên ku qebûl nekirin nasnameyan bi xwe ve bikin gelek mafê wan ji wan hatin standin. Girtî nikarin kargoyên xwe bistînin, nikarin parêzerên xwe bibînin an jî nikarin bi telefonê biaxivin. Girtiyên nexweş jî nabin revîrê. Girtiyên ku li dijî ferzkirinan li ber xwe didin cezayê hicrê û disîplînê li wan tê birîn.

Girtiyan daxwaznameyên xwe ji Wezareta Dadmendiyê re şandin, ji 3 koxuşên jinan her yekê 10 girtî dest bi girêva birçîbûnê kirin.

ÇI BÛ?

Ji girtiyan Seroka Giştî ya ESP’ê Fethiye Ok tiştên ku jiyane vegot:

‘’Berê nasname bi peywirdaran re bûn. Van mehên dawî xwestin ku em bi xwe bigirin. Me jî qebûl nekir. Ev nêzîkatiyeke kêfî ye. Ji bo vê jî dest li ser mafê me yê hevdîtinê, parastinê danîn. Hevdîtina me ya vekirî ya ku serê du mehê carekê bû nehate kirin. Li dijî vê rewşê me hewlest nîşan da, saeta ku deriyê hewastandinê hate girtin em neketin hundir. Me got em dixwazin bi midûr re hev bibînin û arîşeyên me werin çareserkirin. Bi artêşeke qerdiyanan hatin û bi zorê em kirin hundir. Bi porgîjka jinan girtin, kaş kirin, çend û paqên wan şîn û reş bûn. Jixwe em behsa lêpirsînên disîplînê nakin. Bi cezayan dixwazin ku em ji ya xwe werin xwarê. Gelek kincên me bêyî ku tiştekî bibêjin birin. Ji ber ku nahêlin em kargoyên xwe bibin kincên me yên zivistanê nîn in. Em 12 kes bi çend kenze û fanêreyan in. Ji ber ku hewa cemidî ye em zêdetir mexdûr dibin. Ji ber ku em pê deng derdixin kevşî û sêniyên me ên metal birin. Ev du heftî ne kevçî û sêniyên me nîn in.’’

Ok herî dawî got nasnameyan ferz dikin, bêyî nasnameyan nahêlin ku ji koxuşan derkevin û diyar kir ew ê li dijî van kirinên kêfî bi paş ve gav navêjin.