Girtiyên li Rihayê: Heta ku em encamê bistînin, em ê li ber xwe bidin

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2’an a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kirine, diyar kirin heta ku daxwazên wan bi cih were, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

7 Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2’an a Rihayê di 5’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, bi rêya malbatên xwe name şandin. Girtiyan diyar kirin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

‘HETA KU DAXWAZ BI CIH WERIN’

Nameya girtiyan wisa ye:

“Li vê erdnîgariyê berxwedan tiştekî esîl e. Di vê serdemê de çalakiya greva birçîbûnê ya ku rêzdar Leyla Guven daye destpêkirin têra xwe rewa û mafdar e. Ji roja pêşîn me piştgiriya greva birçîbûnê kir. Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne. Heta ku ev daxwaz pêk werin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”

GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de yên ku piştî 5’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirine, ev kes in:

Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2’an a Rihayê: Ûgûr Togyildiz, Selman Buyuktop, Omer Kaya, Mahmût Ongor, Kemal Yîgît, Semra Akhan, Sabîha Onder.

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 1’an a Rihayê: Sînan Çelîk, Alî Erdem, Riza Yuksekbag, Mûhammed Îlgun, Enver Kanmaz."