Girtiyên ku li Amedê rakiribûn nexweşxaneyê, tedawiya wan qediya

Girtiyên li girtîgeha Amedê ketê greva birçîbûnê û piştî bidawîbûna çalakiyê ew rakiribûn nexweşxaneyê, ji bilî Leyla Guven û Servet Kaya tedawiya wan qediya û ew birin girtîgehê.

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgeha Amedê, ku li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê, piştî bidawîkirina çalakiya wan, ew rakiribûn nexweşxaneyê û tedawiya wan dest pê kiribû.  36 girtiyê berwedêr ên li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tedawî didîtin, îro tedawiya wan qediya û ew birin girtîgehê.

BIRIN GIRTÎGEHÊ

Piştî tedawiya wan qediyayî 25 berxwedêr car din biribûn girtîgehê. Îro jî Evîn Kaya, Hîlal Olmez, Kîbriye Evren, Mehmet Aksû, Mehmet Siddik Kivanç, Mehmet Polat, Mazlum Ekîncî, Mehmet Saît Yîgît, Nûman Sînbag û Recep Ozkiliç û 10 girtiyên edlî tedawiya wan qediya û ew şandin girtîgehê.

Girtiyên tedawiya wan qediyayî bi wesayîtên rîngê birin girtîgehê. Lê belê tedawiya girtiyê bi navê Servet Kaya hê jî didome.

Gûrbet Ektîren, Mahsûn Şen, Sedat Akin û Halef Yîgît ên ku di greva birçîbûnê de bûn, tedawiya wan jî qediya. 

Li aliyê din tedawiya hevseroka KCD'ê Leyla Guven didome ya ku 200 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de mabû.