Girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwaz neyên bicihanîn wê çalakî mezin bibin

Gireva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê di roja 4’an de ye. Xwegihandina avê ya girtiyan asteng dike. Hate ragihandin ku eger daxwaz neyên bicihanîn wê çalakî mezin bibe.

Li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Rihayê, beriya 4 rojan 5 girtî li dijî zêdebûna binpêkirinên mafên xwe dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyên di çalekiyê de bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Yek ji pirsgirêka girtiyan pirsgirêka avê ye. Kasim Karataş ku 29 sal in girtî ye û li gelek girtîgehên cûda geriyaye, bi rêya keça xwe Gulistan Karataş, daxwazên wan ragihand. Karataş, diyar kir ku heke daxwazên wan neyên bersivandin wê hemû girtî bikevin greva birçîbûnê.

Gulistan Karataş, diyar kir ku bavê wê derbarê armanca çalakiya wan a greva birçîbûnê ev tişt jê re ragihandiye: “Me bi armacna tedawiya girtiyên nexweş, sererastkirina saetên hevdîtinê, dayîna hemû mafan, bi cihanîna mafên civakî û hevpar û çareserkirina pirsgirêka avê dest bi grevê kir. Bavê min got ku lêgerîna tazî li kesên ku nû tên girtîgehê tê ferzkirin û nameyên ku dinivisînin bi hinceta “ cezayê dîsiplînê” naşînin. Bavê min diyar kir ku hevalekî wan ê bi navê Ferhat Dûrdû li gel ku 5 mehên cezayê wî qediyaye jî ji ber cezayê dîsiplînê nayê berdan. Li odeyekê dimînin û her roja ku diçe pirsgirêkên wan mezin dibin. Dîsa bi kêfê deriye hewagirtinê dereng tên vekirin.”

Karataş, bang li raya giştî kir ku ji bo bersivandina fikarin wan ên xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de berpirsyarî bigirin ser xwe û ev tişt got: “Bavê min wan xwestine ku pirsgirêkên ku dijîn bi 11 xalan ji rêxistinên sivîl re bişînin lê ji ber ku rêveberiya girtîgehê naşîne. Bavê min diyar kir ku rêveberiya girtîgehê naxwaza tundiya li girtîgehê li derve bê bihîstin. Divê daxwazên girtiyan demildest bên bersivandin.”

Bavê Mahmût Tûtal ku 4 sal û 10 roj in di girtîgehê de ye Emîn Tûtal jî da zanîn ku herî dawî roja pênçşemê bi kurê xwe re bi telefonê axiviye û ev tişt gotin: “Kurê min got ku pirsgirêka wan a herî mezin av e. Li gel vê nexweşiyê jî timik ava wan dibirin û demeke kurt ber didin. Ji ber vê rewşê girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.”