BI DÎMEN

Girtiyên berê yên ji doza KCK'ê: Me serî netewand, em ê serî netewînin

Girtiyên berê yên ji doza KCK'ê dan xuyakirin, ku operasyonên qirkirina siyasî di desthilatdariya AKP/MHP'ê de zêde bûne û gotin, "Em ê serî netewînin."

Di operasyonên desthilatdariya AKP/MHP'ê de bi hezaran Kurd li Kurdistanê hatin girtin. Yek ji bajarên ku herî zêde operasyonên qirkirina siyasî lê tê meşandin Mêrdîn e. Li Mêrdînê heta niha bi sedan kes hatine girtin û bi sedan kes jî binçavkirî ne.

Di operasyonên qirkirina siyasî yên salên 2009 û 2011'an de, Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan û Abdulkadîr Çorgatay bi îdîaya "endamên KCK'ê" ne hatibûn girtin. Aslan û Çorgatay, operasyonên qirkirina siyasî yên ji nû ve zêde bûne, ji ANF'ê re nirxandin.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan da xuyakirin, ku di sala 2011'an de di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP û cemaeta Gulen de hat girtin û 4 salan girtî ma. Aslan destnîşan kir, di wê demê de armanc ji girtinan çi bû, niha jî bi heman armancê mirov tên girtin.

''ÊRÎŞEK JI YA OPERASYONÊN KCK'Ê JÎ GIRANTIR HEYE'

Aslan diyar kir, têrê nake ku mirov operasyonên îro weke 'Operasyonên qirkirina siyasî' bi nav bikin û destnîşan kir, ku rejîma AKP/MHP pêwîstiyê bi xêliya hiqûqê nabînin û hema yekser êrîş dike û mirovan digire. Aslan destnîşan kir, ku faşîzma AKP'ê êdî ti sînoran nas nake û anî ziman, di dema girtina wî de dema binçavkirinê û hin mafên parastinê hebûn. Aslan got, "Lê belê niha nediyar e mirov çend rojan di binê çavan de bimîne, parêzer nîne, mafê parastinê nîne, hevdîtina bi malbatê re nîne. Yanî AKP/Qesra Erdogan hiqûqê, mirovahiyê û exlaqê nas nake."

'WÊ NIKARIBIN BERXWEDANÊ TÊK BIBIN'

Aslan da zanîn, operasyonên qirkirina siyasî ji bo şikandina berxwedana wan hatin meşandin û ragihand, piştre hat dîtin ku bi girtin û êrîşan encam bi dest nakeve. Aslan wiha dewam kir: "Rejîma AKP/Qesra Erdogan ku di wê demê de encamek bi dest nexist, îro jî nikare tiştekî bi dest bixe. Me wê demê serî netewand, niha jî em ê serî netewînin."

'AKP JI OPERASYONÊN DIXE STUYÊ CEMAETÊ GIRANTIR OPERASYONAN DIKE'

Rêveberê ÎHD'ê Abdulkadîr Çorgatay ê 4 salan ji ber 'operasyonên KCK'ê girtî ma, da xuyakirin, ku di wê demê de bi hevkariya AKP û cemaetê ew hatin girtin. Çorgatay got, "AKP'ê piştre berpirsyariya van operasyonan xist stuyê cemaletê. Lê belê ji operasyonên dixe stuyê cemaetê girantir AKP niha operasyonand imeşîne. AKP berpirsyarê operasyonên îro û yên duh e."

'YÊN VAN OPERASYONAN DIKIN JÎ WÊ BÊN GIRTIN'

Çorgatay bibîr xist, ku yên beriya niha operasyonên qirkirina siyasî meşandin hatine girtin û got, "Dozger û dadgerên wê çaxê em girtin, niha girtî ne. Dozger û dadgerên bi heman rengî îro mirovan digirin jî, wê di dema pêş de bên girtin û hesab bidin."

Çorgatay destnîşan kir, li dijî her şêwe zext û êrîşan ew ê li ber xwe bidin û ti carî serî li ber faşîzma AKP/Qesra Erdogan netewînin.