Girtiyê nexweş Aytek, jiyana xwe ji dest da

Selahattîn Aytek ê ku di girtîgehê de nexweş ketibû û piştî salan hate berdan, jiyana xwe ji dest da.

Selahattîn Aytek ê ku di girtîgehê de bi nexweşiya Spastîk Paraparezî ketibû û tena serê xwe nikaribû pêdiviyên xwe bi cih bîne, di 15’ê Îlona 2015’an de hatibû tehliyekirin. Aytek li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Aytek piştî ku hatibû tehliyekirin li Amed, Enqere û Kocaeliyê tedawî dibû û ji ber giranbûna nexweşiya xwe nikaribû dest û piyên xwe bixebitîne. Aytek 6 meh berê, êdî nikaribû biaxiviya jî.

LIGEL KU NEXWEŞ BÛ, BI SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA

Aytek di sala 2005’an de bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin û salek piştre hatibû berdan. Di sala 2008’an de ji ber ku cezayê wî teqez bû, dîsa hate girtin. Aytek di girtîgehê de nexweşiya wî giran bûbû û di sala 2015’an de hate tehliyekirin.

Aytek ji ber ku di girtîgehê de tedawiya wî nehatibû kirin, nexweşiya wî giran bûbû.