Girtiyê nexweş Çakmak rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Bedrî Çakmak ku rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê. Bedrî Çakmak daketiye 35 kîloyî û tevî ku rapora "nabe ku li girtîgehê bê hiştin" dane wî, nayê berdan.

Bedrî Çakmak (46) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê, bi kansera mîdeyê ye, hestiyên wî dihelin û rehê li çokên wî xitimî ne. Tevî vê yekê jî 11 sal in girtî ye. Bedrî Çakmak, piştî ku rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Bedrî Çakmak daketiye 35 kîloyî û tevî ku rapora "nabe ku li girtîgehê bê hiştin" dane wî jî nayê berdan.

Kurê Bedî Çakmak Osman Çakmak diyar kir ku wan bi rêya parêzeran bi rapora nexweşxaneyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane, lê belê daxwaza wan a berdana bavê wî nehatiye qebûlkirin.