Girtiyê ku êşkence lê hate kirin di rojiya mirinê de ye!

Girtiyê bi navê Mehmed Adsiz ê ku li Girtîgeha Nimreya 1’ê ya Xarpêtê êşkence lê hatibû kirin, ji 29’ê Tîrmehê û vir ve di rojiya mirinê de ye.

Girtiyê bi navê Mehmed Adsiz li Girtîgeha Nimreya 1’ê ya Xarpêtê de ye dema bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku ji ber êşkenceya ku li wî hatiye kirin ew ji 29’ê Tîrmehê û vir ve di rojiya mirinê de ye.

‘DEST Û PÊYÊN WÎ GIRÊDANE Û ÊRÎŞÎ WÎ KIRINE’

Diya wî Redda Adsiz got ku “Hefteya borî dema ku em bi telefonê pê re axivîn, wî diyar kir ku di odeyê de ew bi tenê dimîne, gardiyanan dest û pêyên wî girêdane û bi dar û pehînan li wî dane û ji ber vê jî zara guhê wî teqiyaye. Piştî êşkenceyê wî jî ji krîza sînîr zenda xwe biriye. Vê carê jî di revîrê de li ber çavê bijîşk tê derbkirin. Bijîşkan jî ew baş miayene nekirine û diyar kirine ku zara guhê wî teqiyaye.”

Diya wî diyar kir ku gardiyan li ber alaya Tirkan êşkence li kurê wê kirine û gardiyanan gotine “Kesek nikare tiştekî bi me bike, em dewlet in.”

Diya wî got ku “Her roj agahiyên êşkencekirinê ji Girtîgeha Xarpêtê tê. Em bang li ÎHD û partiyên siyasî dikin ku bila çareyekê ji vî tiştî re bibînin.”