Girtinên li Amedê hat şermezarkirin
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê girtina 14 kesan ku siyasetmedar û rêveberên sendîkayê jî di nava wan de hebû şermezar kir û peyama têkoşînê da.
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê girtina 14 kesan ku siyasetmedar û rêveberên sendîkayê jî di nava wan de hebû şermezar kir û peyama têkoşînê da.
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê, girtina 14 kesan ji 19 kesên ku di encama serdegirtina malan a ji aliyê polîsan ku li 5 navendên cuda yên Amedê pêkanîbûn hatibûn destgîrkirin şermezar kir.
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP û Partiya Sosyalîst ya Bindestan (ESP) tevlê daxuyaniya ku li ber ACZ Plaza ya li navçeya Yenîşehîr hat lidarxistin bûn. Li wir pankarta “Zext û girtin nikare me bitirsîne” hat vekirin û bi domdarî dirûşmeyên “Destgîrkirin, girtin û zext nikare me bitirsîne”, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.
Berdevkê Demê yê Platformê Mehmet Ceylan diyar kir ku êrişên destgîrkirinê bi armanca guhertina rojevê hatine kirin.
Piştre Remziye Tosûn a HDP’yî bertek nîşanî girtina 14 kesan da û diyar kir, “Yek kes ji me bimîne jî emê gav bi paşve neavêjin. Em ê berxwedana xwe li her derê bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.