Girtina komeleya Sarmaşikê weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' çû ber destê dadgehê
Piştî ku Komeleya Sarmaşikê ya Amedê ji aliyê Desteya Wezîran hate girtin, 32 hezar mirov ji desteka komeleyê bêpar man û mexdûr bûn. Komele ev mexdûrbûn weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' bire Dadgeha Rêveberiya Herêmê.
HULYA EMEÇ
AMED / ANF
şemî, 21 rêbendanê 2017, 09:40
Komeleya Sarmaşikê ya Têkoşîna Dijî Hejariyê û Rabûna Domdar, ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hate girtin, piştî ku hate girtin, ji bo 32 hezar mirovên ku her meh destek dida wan dest bi têkoşîna hiqûqî kir. Li Amedê ku hejmara hejaran di ser ya giştî re, piştî ku komele hate girtin, bi tonan malzemeyên alîkariyê yên komeleyê ku ji hêla qeyûmê ve ku hatî ser Şaredariya Mezin a Amedê, şandin Helebê. Serokê komeleyê Şerîf Camci diyar kir, bi girtina komeleyê re 'sûcê li dijî mirovahiyê' hatiye kirin. Camci têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
5 HEZAR MALBAT JÊ SÛD WERGIRTIN
Camci da xuyakirin, ku wan 2005’an dest bi xebatan kirine û got: "Hejarî di asta herî jor de bû. Piştî xebatên ku me li qadê vekirin, mixabin me ferq kir ku 5 hezar malbat, 35 hezar welatî êvarî birçî radizin. Ji bo vê jî, bi mebesta ku tora hevgirtinê were avakirin me Komeleya Sarmaşikê ava kir."
XWE GIHAND MALBATÊN KU HEJAR IN
Camci anî ziman, wan toreke wiha ku xwe bigihînin malbatên alîkarxwaz û hêjar ava kirine û got: "Di vê tora hevgirtinê de 9 hezar mirov tim destek dida me. Me bi destekên ku komî ser hev kirî, 11 salan me alîkariya zad, perwerdehiya zarokan, ji bo jinan desteka tendiristiyê dida 5 hezar malbatî. Ev malbat malbatên wiha ne ku ne xwedî hatineke bipergal in, ku mirov kar bide wan jî çi kesekî wan nîn e ku bikaribin bixebitin. Ji hejariyê wêdetir malbatên li ber birçîbûnê ne."
Camci ragihand, li dewletên ku xwedî hişmendiya sosyal in divê dewlete destekê bide van malbatên wiha, lê dewlet li şûna ku tiştekî wiha bike, komleyên bi vî rengî digire û ev jî wan dide fikirandin. Camcî bi berdewamî got: "Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de komele bi carekê re hate girtin. Ti sedemeke ku ji bo girtina wê nîşan bidin nîn e. Ji ber ku ji roja ku ava bûye û hetanî niha mifetişên herêmî, mifetişên Wezareta Karê Navxweyî, walîtî tim kontrol dikir. Raporên van hene. Rapor li cem dewletê jî hene ku li derveyî xebatên xwe ti xebatek nehatiye kirin. Li gel vê jî 32 hezar mirov ji vê destekê hate bêparkirin."
'TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ HATE DESTPÊKIRIN'
Camci diyar kir, girtina Komeleya Sarmaşikê divê weke girtina komeleyeke jirêzê neyê dîtin û got: "Hemû komeleyên ku hatine girtin komeleyên nirxdar bûn ku xebatên civakî dikirin. Lê bi girtina Komeleya Sarmaşikê 32 mirov mehkûmî birçîbûnê hatin kirin. Em niha têkoşîna hiqûqê didin. Serlêdana me ji astengirina azadiya rêxistinbûnê wêdetir li ser astengkirin ku 32 hezar ya ku xwe bigihînin zad e."
'TIRKIYÊ WÊ BI KÊŞEYÊN PIR GIRAN RE HEVRÛ BIBE'
Camci da xuyakirin, ku wan ji ber vê sedemê li Dadgeha Rêveberiya Herêmê hefteya bihurî doz bi sedema ku 'sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin' vekirine û got: "Em di vê mijarê de li benda biryara Dadgeha Rêveberiya Herêmî ne. Heke bersiveke neyênî were dayin em ê serî li Şêwra Dewletê, Dadegeha Destûrê bidin. Heke ji vê jî encam dernekeve em ê têkildarî mexdûrbûna 32 hezar mirovî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."
Camci diyar kir ku ew bwer dikin Komara Tirkiyê ya ku komele girtiye wê bi kêşeyên giran re hevrû bibe û got: "Niha 32 hezar mirov şepirze bûne. Ev mirov ji destekê hatin bêparkirin. Hate astengkirin ku zad ji wan re biçe. Hin malbat hene ku rewşa wan pir xedar e."