‘Girtina Abdullah Ocalan li herêmê projeya aştiyê paş xist’

Li Kerkûkê çavdêrên siyasî û rojnamegeran Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin; “Girtina Abdullah Ocalan li herêmê projeya aştiyê paş xist.”

Çavdêrên siyasî û rojnamegerên li bajarê Kerkûkê bi wesîleya 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Çavdêrê siyasî û rojnameger Hêmin Hesabî: “Ew komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ya ji bo destgîrkirina Abdullah Ocalan hatî kirin, li ser bingehê li hevkirinekî siyasî ya mezin ku di navbera Tirkiye, Sûriye, Emerîka û Îsraîlê de hatiye pêkanîn. Li gorî min ew komploya 15’ê Sibatê projeya aştiyê li Rojhilata Navîn hate paşxistin, hemû navendên cîhanê dibêjin projeya aştiyê li Rojhilata Navîn bê çareserkirina pirsgirêka Kurd nabe.

Çavdêrê siyasî, nivîskar û pisporê mêjû Ebdulstar Cebar: Hemû dijminên Kurdan hewl dan ku bi sêdar û destgîrkirinan rolên me tine bikin. Destgîrkirina birêz Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de ne tenê ku nekarîn pirsgirêkê çareser bikin, ji bo wan dewletên ku komplo pêk anîn berevajî pirsgirêkê kûrtir û girantir kir. Tirkiyeyê gelek xeletî kir li gorî wan eger komplo kirin, wê bi vê jî wê bikarin pêşiya xebatên Kurdan bi destgîrkirinan û li sêdarê bigirin. Ji ber ku berê Şêx Selam Barzanî û Şêx Abdullayê Nehrî li sêdarê hatibû xistin lê xebatên Kurdan bi vê yekê jî nehate rawestandin.

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Îskender Selîm: Di 15’ê Sibatê de Rêber Apo hate destgîrkirin ku ew roj ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên azadîxwaz rojeke reş e. Beşdarbûna welatên desthilatdar ya di  komployê de, îspata wê yekê dike ku welatên desthilatdar û sermayedar dijî azadiyan e. Bi girtina Rêber Apo Tevgera Azadiya Kurd ne rawestan ku Rêber Apo karî di girtîgehê de tekoşînê bide berdewam kirin, ev jî îspat dike ku ti tişt nikare tekoşîna Kurd rawestîne. Divê li ser hemû gelên herêmê û gelên azadîxwaz daxwaza azadiya Ocalan bikin, ji ber ku Ocalan ne tenê ji bo mafê gelê Kurd  têdikoşe. Ocalan ji bo hemû gelên bindest û azadîxwaz têdikoşe.  Projeya Ocalan projeya aştiyê ye. Rêber Apo projeya aştiyê ya niha jî li girtîgehê bi rêya pirtûk, felsefe û ramanên xwe banga aştiyê dike ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi rêya aştiyê dibîne.”