Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguheriye qada îşkenceyê

Girtiyên Jin: ‘’Em bang li tevahiya saziyên bi wijdan dikin bila ji bo bêrûmetiya dewletê bikevin dewrê. Girtîgeha Wanê veguheriye êşkencexaneyê. Bila pêşî li vê zilm û îşkenceyê bê girtin.”

Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi rojane bi îdîayên êşkence û lêdanê di rojevê de ye. Jinên girtî yên li Gîrtîgeha Tîpa T a Wanê bi rojane êşkenceyê li wan tê kirin, bi nameyekê diyar kirin ku midûrê duyemîn ê girtîgehê Mikaîl Matmah  gefa  tecawûza  li jinan dixwe û her roj bi komên taybet êrîşî girtiyên jin dikin.

Li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û êşkence li wan tê kirin. Li gel êşkence û êrîşên li dijî girtiyan jî binpêkirin mafan pir zêde bûye. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeternak tên û yek ji van Girtîgeha Tîpa T a Wanê ye. Li Wanê bi rojane girtiyên siyasî yên jin êşkence li wan tê kirin û jiyana girtiyan di nava rewşeke xetere de ye. Jinên girtî yên li Gîrtîgeha Tîpa T a Wanê bi rojane rastî êşkenceyê tên bi nameyekê binpêkirinên mafan vegotin û diyar kirin ku Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguheriye qada îşkenceyê.

‘GEFÊN TECAWÛZÊ’

Jinên girtî di nameya xwe de diyar kirin ku midûrê duyemîn ê girtîgehê Mikaîl Matmah bi komên xwe yên taybet li ser qawişan de digrin û ev tişt gotin: “Midûrê deyemîn ê girtîgehê Mikaîl Matmah bi koma xwe ya taybet a ji 15 kesan pêk tê, rojê çend caran  b i ser qawişa me de digrin û girtiyan êşkence dikin. Her wiha gotinên bê rûmetî li hemberî jinan dikin. Mikaîl Matmah bi gefên ‘ez ê tecawûzê we bikim’ li hevala me ya girtî xwar. 3 gardiyanan bi singa girtiyek jin  girtin û êrîş birin li ser hevala me. 10 hevalên me yên jin tilî û serê wan şikestine nayên derman kirin. Ji ber ku derb xwariye hevala me ya jin nedikarî bimeşe, ji aliyê gardiyanan ve hate kaş kirin.”

‘LI HEBERÎ BÊ RÛMETIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Girtiyên jin dane zanîn ku ew ê ti carî li dijî vê zilmê serî netewînin û banga hestiyarî kirin: “Em bang li tevahiya saziyên bi wijdan dikin bila ji bo bêrûmetiya dewletê bikevin dewrê. Girtîgeha Wanê veguheriye êşkencexaneyê. Bila pêşî li vê zilm û îşkenceyê bê girtin.”

Hêjayî gotinê ye ku Midûrê Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa T a Wanê Mikaîl Matmah ji beriya niha li Colemêrgê endamê tîma taybet bûye û ev demeke weke midûrê duyemîn tayînî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatiye kirin.