'Girtîgeha li Amedê divê bibe muzeya şermê'

Hevserokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Huseyîn Bariş û Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan gotin, divê Girtîgeha bi Hejmara 5'an a Amedê bibe muzeya şermê.

Girtîgeha bi Hejmara 5'an a li Amedê ku di dema darbeya 12'ê Îlona 1980'î de bi deh hezaran kes lê hatin ragirtin, êşkence li wan hate kirin û yek ji 10 girtîgehên herî xerab ên li cîhanê bû, salên dawî bi temamî hatiye valakirin. Hevserokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Huseyîn Bariş û Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan li ser mijarê axivîn û destnîşan kirin ku divê girtîgeh bibe muzeya şermê.

Huseyîn Bariş anî ziman ku sala 1980'î ew hate destgîrkirin, 2 mehan bi her cûreyî êşkence lê hate kirin û piştî ew xistin Girtîgeha bi Hejmara 5'an vê êşkenceyê dewam kir. Bariş diyar kir ku di dosya wî de ti hincetên ji bo girtinê tune bû, lê belê tevî vê yekê jî 10 salan li Girtîgeha bi Hejmara 5'an a li Amedê hate girtin.

MUZEYA ŞERMÊ JI BO MIROVAHIYÊ

Bariş destnîşan kir ku bûyerên qewimîn ti carî nayên jibîrkirin û got, "Hem em hem jî malbatên me perîşan kirin. Ev zilm ne tenê li min kirin, li 50 hezar mirovî kirin. Zindana li Amedê bi dîtina min di rêza li cîhanê de di nava 5 girtîgehên destpêkê de ye. Sûcên şer ên ku Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Naziyan ve hatin kirin, bi rengê muzeya şermê ji raya giştî ya cîhanê re têne nasandin. Ji ber vê yekê divê Zindana li Amedê jî teqez di statuya muzeyê de bê nirxandin. Birêxistinkirineke bi rengê navenda çandê û hwd. divê teqez neyê kirin. Ne tenê ji bo Kurdan, ew der divê ji bo tevahiya mirovahiyê bibe cihekî şermê."

'BÎRANÎN GELEKÎ GIRÎNG E'

Selma Aslan jî ragihand ku Girtîgeha bi hjejmara 5'an ji bo Amediyan hiş û bîranîn e û got, "Rewşeke welê rû dide ku bîranîna rabirdûyê û plana ji bo paşerojê lê tê kirin. Lewma bîranîna hin qadan gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku ew hişê kolektîf ji aliyê civakî vê bê parastin û ji nifşên nû re bê ragihandin. Di sala 1980'î de Girtîgeha Amedê tê avakirin û piştî 12'ê Îlonê weke girtîgeha leşkerî tê bikaranîn. Ji hingî ve dibe êşkencexane û bi salan gelek mirov hem êşên gelekî giran lê dikişînin hem jî têne kuştin."

LI TIRKIYEYÊ BÎRANÎN NAYÊN PARASTIN

Aslan bi bîr xist ku muzekirina Girtîgeha li Amedê demeke dirêj e di rojevê de ye û got, "Di şevekê de ji nişka ve bi hatina Serokkomar Erdogan a li Amedê re girtîgeh bi temamî hate valakirin û milkê wê radestî Wezareta Çand û Tûrîzmê hate kirin. Li Tirkiyeyê desthilatdarî û sîstemeke welê heye ku li şûna bîranîn bêne parastin, ew têne tunekirin. Ji ber vê yekê jî gelek fikar hene. Eger hûn ê wê derê bikin divê lêkolîn bikin bê mirovên li vî bajarî çi difikirin, ew dixwazin muzeyeke çawa bê kirin."

Aslan destnîşan kir ku biryara li ser Girtîgeha Amedê ne tenê di destê vê desthilatdariyê û saziyên wê de ye û got, "Bêguman divê veguhere muzeyekê ku hesabê kiryarên hatin kirin bê pirsîn. Mirovên wê demê li wir man, gelo travmayeke çawa bi serê wan ve hat? Lewma divê bi wan re bê amadekirin û bibe cihekî bîranînê."