Axtamar bi rengê biharê xemilî

Li Girava Axtamarê ya li nava Gola Wanê, kulîlkên darên bihîvê bişkivîn. Axtamar bi rengê biharê xemilî.

Li Girava Axtamarê ku ser bi navçeya Westan a Wanê ye, kulîlkên darên li dora Dêra Ermenî ya dîrokî bişkivîn.

Girava Axtamarê ya li nava Gola Wanê ku di navbera çiyayên Artos û Suphanê de ye, pêşwaziyê li mêvanan dike. Darên li giravê ku kulîlkên wan bişkivîne, xemla biharê ya giravê, ava şîn a Gola Wanê û berfa spî ya li çiyayên derdorê hemû bi hev re dibin wêneyekî efsûnî li pêş çavên ziyaretvanan. Şêniyên Wanê bi taybetî di vê demê de serdana giravê dikin.

Girava Axtamar ku duyemîn girava herî mezin a li nava Gola Wanê ye, tevî dêra xwe bala tûrîstan dikişîne. Girava Axtamarê ku ser bi navçeya Westan a Wanê ye, bi 70 hezar metreçargoşe ye fireh e. Dirêjahiya peravên wê 3 kîlometre ne. Bi 1,912 metreyî ji asta deryayê bilind e.

Dêra Axtamarê ya Ermeniyan, yek ji sembolên girîng ên giravê ye ku bala tûrîstan dikişîne. Dewleta Tirk destûrê dide ku tenê salê carekê ayîn lê bê kirin.