Gilînameya doza kuştina Kemal Kûrkût hate amadekirin

Gilînameya li ser kuştina Kemal Kûrkût hate amadekirin. Dozger xwest, polîsê ku Kûrkût kuşt Y.Ş., ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê darizandin.

Gilînameya der barê cinayeta Kemal Kûrkût ku di sibeha 21'ê Adarê roja Newrozê li ser Kolana Evrîm Alataş a Amedê hat kuştin, hat temamkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 7 mehan gilînameya der barê cinayeta Kûrkût temam kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Giran a 7. a Amedê gilîname qebûl kir. Di gilînameyê de hat xwestin ku polîsê bi navê Y.Ş. ku çek bera Kemal Kûrkût da bi tawanbariya 'kuştina bi zanebûn' bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê darizandin. Her wiha der barê polîsê bi navê M.O. de jî bi hinceta guleyên aîdî çeka wî ji bedena Kûrkût derneketine biyara neşopandinê hat dayin. 

Li gorî agahiyan, wê parêzera malbata Kûrkût parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr ji bo polîsê bi navê Y.Ş. bê girtin daxwaznameyê pêşkêşî dozgeriyê bike.