Gerîla: 27’ê Mijdarê temînata azadiyê ye

Gerîlayên HPG’ê yên li Zagorosê: 27’ê Mijdarê redkirina jiyana koleyî, silavkirina jiyana azad e.

Gerîlayê HPG’ê Dr. Rodî Roj got ku, “Avabûna PKK’ê ronesansa Rojhilata Navîn e. PKK Kurdistan di serî de temsîla meşa azadiyê ya li Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê jî 27’ê Mijdarê ji bo me gelekî girîng e. PKK li dijî êrîşên faşîst hatiye ava kirin. Partiya me PKK partiya şehîdan e.”

 ‘HIŞYARBÛNA LI SER NAVÊ AZADIYÊ’

Gerîla Berwan Şahîn jî diyar kir ku avabûna PKK’ê li ser navê azadiya hemû gelan hişyarbûnek e û got, “PKK ji roja ku ava bûye û heta îro destkeftiyên gelan ji xwe re kir esas û heta roja me hat. 27’ê Mijdarê xwenaskirina gelan e. 27’ê Mijdarê serî li Rêber Apo, li hemû gelê me pîroz dikim.”

Gerîla Argeş Botan jî got ku, “Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hişyar bû. Avabûna partiya me, bû gaveke dîrokî. Têkoşîna me ya li hemberî hêzên mêtinger bi hemû leza xwe didome. Her sal di 27’ê Mijdarê de em pêngavên xurt ava dikin. Heta ku Rêbertî û gelên me azad bibe, em ê vê doza xwe bidomînin.”

‘ÇARESERIYA KRÎZÊ BI PERGALA RÊBER APO DIKARE PÊK WERE’

Gerîla Ronî Ciwanro got ku, “Heke PKK ava nebûya, wê gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelan wê pêk nehata. PKK pêşengtî ji hemû meşa azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn re kir. Bi pergala Rêber Apo krîza li Rojhilata Navîn dikare pêk were. PKK jî hêza pêşeng a vî tiştî ye.”

‘SALA 40’EMÎN WÊ BIBE SALA AZADIYÊ’

Gerîla Gernas Xelkanî jî got ku “Em sala 40’emîn a avabûna PKK’ê li Rêber Apo û li hemû gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Di sala 40’emîn de wê tevgera me ya azadiyê wê bigihêje serkeftinê. Sala 40’emîn wê bibe azadiya Rêber Apo û Kurdistanê.”

Gerîla Serfiraz Amed jî diyar kir ku di sala 40’emîn a PKK’ê de wê têkoşînê geş bikin û got “Armanc û hedefên me li ser vî esasî ye. 27’ê Mijdarê redkirina jiyana koleyî û silavkirina jiyana azad e.”