Gerîlayên Zagrosê 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Yekîneyên Gerîla li çiyayên Zagrosê di salvegera 34’an de 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Di salvgera 34’an a 15’ê Tebaxê de em li çiyayê Zagrosan di pêvajoyeke şerekî germ û giran de ne. Di serdemeke wiha de ku dewleta Tirk li Zapê hatî şikandin dema ku em ber bi Avaşînê ve diçin em rastî li yekîneyeke gerîla tên.

Di rojeke wiha de ku êrîşên hewayî yên giran hene yekîneyên gerîlaya yên ku hatine cem hev 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Gerîlayan pêşî merasîmeke fermî çêkirin, piştre jî 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Îro ji rojên dî cihêtir e, ji kelecanî û coşiya gerîlayan ev tê dîtin.

‘BERXWEDANA KU LI ZINDANA AMEDÊ OLAN DAYÎ ÇÛYE ÇIYAYÊN KURDISTANÊ’

Ji bo fêhmkirina vê, dema ku min berê kameraya xwe da gerîla Kemal Botan ku bi germî û kelecaniyekê ez pêşwazî kirim, wiha got:

‘Em ketin salvegera 34’an a Tebaxê. Dewleta Tirk wan deman, li Kurdistanê, nexasim jî li zindanên Amedê şerekî îdeolojîk dikir. Wan deman hate xwestin ku Kurdatiyê tine bikin. Bi pêşengiya hevrê Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr berxwedaneke mezin a dîrokî hate kirin. Ev berxwedana ku li zindanên Amedê olan dayî bi 15’ê Tebaxê re çû çiyayên Kurdistanê. 15’ê Tebaxê derfeteke wiha ji bo gelê Kurd û tevgera me ya azadiyê afirand ku bikaribe ji nû ve veje û bi hemû dinyayê da çespandin ku gelê Kurd nehatiye tinekirin û nikaribe were tinekirin. Dewleta Tirk got, ‘çend çepel in, 24 saetan em ê wan biqelînin’. Lê ka binerin ku ev 34 sal in ev berxwedana dîrokî didome. Ev berxwedana ku bi berekî, guleyekê dest pê kirî îro li çiyayên Kurdistanê xwe gihandiye bi milyonan. Ev mîrateya ku bi pêşengiya hevrê Egîd ji  me re maye ev nîşanî me da, gerîlatiya rast ew e ku mirov girêdayî rêgezan be, dilsozê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo be. Heke bi van rêgezan tevger çêbibe gavên wiha dikarin werin avêtin ku kes nikare xeyala wê jî bike. Îro bi hezaran gerîla têkoşînê di rêça hevrê Egîde de têdikoşe. Rêça hevrê Egîd nîşan daye ku ti artêş li pêşberî hêza gerîla nikare xwe ragire. Nexasim jî artêşa TC’ê li pêşberî hêza gerîla nikare raweste, em ê teqez bi ser bikevin.’’

Dema ku bi Kemal Botan re em diaxivin pîrozbahî bi kelecaniyeke mezin, bi helbestên ku gerîla dixwînin, bi stran û govendê didome.

Gerîla Agir Arnos ku ji nav pîrozbahiyê derket û hate cem me, got, kamereya xwe negire, ez jî dixwazim çend tiştan bibêjim: ‘’15’ê Tebaxê rojeke zehf girîng e. Her mîlîtanê vê tevgerê weke hevrê Egîd dixwaze ku têkoşînê geş bike, li nirxên ku hatine afirandin xwedî derbikeve. Heta ku ev daxwaz, azwerî û xwedîderketin hebe dijmin neçar e ku li çiyayên Kurdistanê têk biçe. Dijmin li bara gerîla neçar dimîne.’’ Arnos bi beşeşîneke jidil tevlî nav govenda gerîla bû û pîrozbahiya xwe li cihê ku mayî berdewam kir.

 ‘LI SER KURD Û KURDISTANÊ ROJÊN TARÎ DIPAN’

Ez jî ketim ber bayê coşî û kelecaniya gerîlayan û ketim govendê. Li milê min ê rastê gerîlayek bi navê Cahît Ferzad haebû. Di govendê de jî min dixwest bi gerîlayan re civatê bigirim. Dema ku gerîla Ferzad bi vê nêhta min derxist, go, were em biaxivin û ez birim ser kaniyeke ku mişemişa wê bû. Pir cemidî bû. Min xwêdana xwe bi avê dişuşt û wî jî bi kulmên xwe av vedixwar.

Piştre min jî got, di ber xwe de got, bi her vexwarina avê re weke ku ez nû çêbûbim û min nerî ku dest bi axaftinê kir.

Got, ‘’Kurd û gelên Rojhilata Navîn 15’ê Tebaxê careke dî vejîyane’ û wiha domand: ‘15’ê Tebaxê ji bo me û gelê me vejîn e. Di dîroka Kurdistanê de dijmin tim bi polîtîkayên îmha û înkarê, bi qirkirin û qeloçeyê bi ser Kurdan de hatiye. Piştî berxwedana Agirî weke ku tê zanîn gorek hatibû çêkirin û hatibû gotin ev gora Kurdistanê ye. Hatibû gotin, ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartiye’ û dipan ku rojên tarî bi ser Kurdistanê de û Kurdan de werin. Ji aliyê hişmendiyê ve Kurd ber bi îxanetê ve diçûn. Hebûna xwe înkar dikir. Dijmin Kurd anîbûn vê astê. Di demeke wiha de guleya pêşî hate teqandin. Ev gule li dijî polîtîkayên îmha û înkara Kurdan bû. Guleya pêşî li dijî wê hişmendiyê hatibû teqandin ku li ser Kurdan ferz dikirin. Ev guleya pêşî zemîna têkoşîna 34 salan e. Ev gule her wiha bûye hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn.’’

‘HETA KU EM AZAD DIBIN TÊKOŞÎN BERDEWAM E’

Gerîlayekî ku  ber bi me ve tê, ji rewşa wî diyar e ku li govendê kurmê xwe kuştine, xwê dabû û tî bûbû. Gerîlayê ku ji bo avê vexwe ber bi kaniya cemidî ve diçû Dilgeş Serhed bû. Dema ku min pirsa 15’ê Tebaxê jê kir got: ‘15’ê Tebaxê di serî de gerîla Kurd cejna vejînê ya hemû gelên çewisandî ye. 15’ê Tebaxê şerekî şoreşger e ku li dijî înkara Kurd û Kurdistanê tê kirin. Îro hê jî bi me re dijî û wê bijî. Şerê şoreşgerî yê ku bi guleya pêşî dest pê kirî heta ku gelê Kurd û gelên Kurdistanê azad dibin wê berdewam bike.’’

Piştî vê cıvata demkurt em jî tevlî pîrozbahiyê bûn.