Gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran da

Gerîlayên YJA Starê li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî kir. HPG'ê got tam derb li hedefan dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî derheqê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ev agahî da:

''Hêzên me yên YJA Starê bi Çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Zapê;

8'ê Adarê saet 15:40'an û 10'ê  Adarê saet 18:40'an, li Girê Koordîne hêzên dagirker bûne hedefa çekên giran ên hêzên me. Du hedefên ku hatine diyarkirin bi serkeftî derb li wan hatiye xistin.

11'ê Adarê saet 16:30'an li Qela Bêdewê hêzên me bi çekên giran li kozikên dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de derb li 2 kozikên dagirkeran dan, çend dagirker hatine cezakirin zelal nebûye.

Êrîşên berfireh ên ên dewleta dagirker a TC'ê ya li ser Qadên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Agahiyên berfireh ên derheqê êrîşan wiha ne;

9'ê Adarê saet 09:10'an qada Girê Berbizina ê herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

9'ê Adarê saet 09:00'an li herêma apê qada Saca û Gundê Rênçbiraxa bi balafirên şer hatiye bombekirin.''