Gerîlayên YJA Starê: Artêşa Tirk newêre derkeve hemberî me

Ji gerîlayên YJA Starê Nûdem Farqîn û Dîrok Amed diyar kirin ku dewleta Tirk bi hêza teknîkê nikare îradeya gerîla bişikîne.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku meha Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, berxwedana gerîla dewam dike.

Gerîlayên YJA Starê Nûdem Farqîn û Dîrok Amed li ser çalakiyên serketî yên gerîla axivîn ku li dijî dijmin tên lidarxistin.

Nûdem Farqîn têkildarî çalakiyeke li herêma Xakurkê agahî da û got, "Hevalan ji du baskan ve êriş birin ser dijmin û 6 leşker ceza kirin. Piştî çalakiyê, dijmin ji bo derbê li gerîla bixe bi droneyan û balafirên şer dest bi êrişê kir. Djimin berê piştî her çalakiyaa gerîla ji bo dorê li gerîla bigire dest bi operasyonê dikir, lê niha hêzeke xwe ya bi vî rengî nemaye. Newêre ku sîng bi sîng li hemberî gerîla şer bike. Lewma jî bi derfetên xwe yên teknîkî bi ser me ve tê. Ya rast em ne li dijî leşkerên Tirk lê li dijî teknîkê şer dikin. Ji ber ku artêşa Tirk newêre derkeve hemberî me. Bila her kes baş zanibe ku yên teknîk afirandine jî, yên ku têk bibin jî mirov in.

Dijmin ne ku ji ber xurtbûna xwe, lê ji ber lawaziya xwe bi derfetên teknîkê êrişî me dike. Ev yek jî nîşan dide bê ew çiqasî tirsonek e. Her roj derdikevin televîzyonan û dibêjin 'Me PKK qedand, me ew tune kir'. Ya rast, yên ku vê gotinê dibêjin beriya her kesî ew bi xwe jê bawer nakin. Tenê ji bo sererastkirina psîkolojiya leşkeran, ji bo moralê vê dibêjin. Lewma bi derewan timî propagandayê dikin. Weke şervanên jin em li qada Şehîd Bêrîtan têdikoşin û bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan em li dijî dijmin şer dikin."

'LEŞKER NE YÊN ŞERKIRINÊ NE'

Dîrok Amed jî anî ziman ku ew êrişên dijmin hemûyan têk dibin û got, "Weke gerîlayeke YJA Starê li qada Xakurkê tevlî şerê li dijî dijmin bûm. Dewleta Tirk li vê derê bi derfetên xwe yên teknîkê hewl dide îradeya me bişikîne. Lê belê berxwedana gerîla, dijmin têk dibe. Dijmin li Girê Şehîd Kamûran dest bi operasyonekê kiribû. Dema ku em çûn qadê em li sîstema kamera ya mobesse û wênekişandinê rast hatin. Me sîstema kamera ya mobesse îmha kir, dest danî ser wênekişandinê. Di vê amûra wênekişandinê de qerteke sîm û ya qeydkirinê heye. Di nava qerta qeydkirinê de wêneyên leşkerên Tirk hebûn.

Leşkerên dewleta Tirk nikarin şer bikin. Timî bi teknîkê êriş dikin. Em gerîla êdî êrişên bi teknîkê jî têk dibin. Bi ti teknîkê îradeya me nikare bê şikandin. Bi navê gerîlayên YJA Starê di vêpêvajoyê de em ê erk û wezîfeyên xwe bi rengê herî baş bi cih bînin. Herî dawî silavên xwe li hevrêyên xwe yên li pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê re dişînim."