Gerîlayên YJA Starê: 4'ê Nîsanê rojbûnek ji rêzê nîne

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku 4'ê Nîsanê ji bo wan rojbûneke ji rêzê nîne û destnîşan kirin, rojbûna wê îradeyê ye ku mêtingerî bi erdê re kiriye yek.

Gerîlayên YJA Starê yên li Xakurkê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, destnîşan kirin ku bi hewldanên û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew li çeperên berxwedanê ne.

Gerîlayên YJA Starê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ew 4'ê Nîsanê bi biryardariyeke xurtir a ji bo têkoşîn û serketinê pêşwazî dikin.

Gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Keraşî got, "Hebûna me ya li qadên gerîla, têkoşîna me ya bi rengê gerîlayên YJA Starê, berhemeke Rêber Apo ye. Em bi felsefe û hêza nêrîna wî ya xurt têdikoşin. Li ser doktrîna rizgariya mirovahiyê em li Rêberê xwe dinerin. Wî reçeteya rizgariya jinê nivîsandiye û rê nîşanî me daye. 4'ê Nîsanê rojbûna afirînerê paşeroja me ya azad û berxwedana mez in. Lewma ji bo me xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Em rojbûna wî careke din pîroz dikin û soza xwe ya ji bo berxwedanê dubare dikin."

'VEJÎNA HÊVIYA AZADIYÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Ciwana Destan jî diyar kir ku ew bi biryardarî û îradeya têkbirina tecrîdê û xurtkirina berxwedanê 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin. Destan bi bîr xist ku ew di pêvajoyeke dîrokî û dijwar de ne û got, "Rêber Apo ji bo me jinan mercên berxwedanê hemû ava kir. 4'ê Nîsanê ji bo me roja nûbûn û şînbûna li azadiyê ye. Em weke rojbûna parçekirina betonê li ser gelê Kurd hatiye rijandin û jinûve vejîna hêviya azadiyê dibînin. Ji bo gelê Kurd, rojbûna wê îradeyê ye ku koledarî û mêtingerî bi erdê re kiriye yek. Lewma ya girîng ji bo me ew e ku karibin bi Rêbertî re bibin hevrêyên rast. Di hevdîtina dawî de destnîşan kir ku tecrîd bi berxwedana me dikare ji holê bê rakirin û berpirsyariyên me bi bîr xist. Em ê jî teqez berpirsyariya xwe bi cih bînin."

'YA KU DIKEVE SER MILÊ ME, MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Axîn Şemzînan jî anî ziman ku nabe ku 4'ê Nîsanê weke rojbûneke ji rêzê bê dîtin û got, "4'ê Nîsanê xwegihandina ronahiyê ye. Em, gelê me di pêvajoyeke dijwar de ne. Dijmin bi derfetên xwe hemûyan êrişên xwe didomîne. Em jî bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin. Rêber Apo diyar kir ku pêvajo wê bi berxwedana me diyar bibe. Ji ber vê yekê ya ku dikeve ser milê me ew e ku di rojbûna Rêber Apo de berxwedanê mezin bike û li her deverê belav bike."