Gerîlayên ku piştî 15'ê Sibatê ji dewleta Tirk re bûne şevreşk

Piştî 15'ê Sibata 1999'an gelek gerîlayên ARGK'ê çalakiyên fedayî kirin. Şehrîstan Botan li Êlihê, Akît li ber avahiya MÎT'ê, Ferhat Berwar li Elbaqê û Zînê Gulîstan jî li meydana Taksîmê bûne şevreşka dewleta Tirk.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya 15'ê Sibatê ji Kenyayê hate revandin û anîn Tirkiyê bi 20 rojan, cih Êlih. Gerîlayeke jin nêzî qereqola polîsên Tirk a bi navê ''Şehîd Keskîn Kaplan Kiran'' a li kolana şên a bajêr bû û bi teqandina bombeyên li ser xwe çalakiyafedayî dike.

Çalakiya fedayî ku Nezabat Baracî (Şehrîstan Botan), gerîlaya jin 4'ê Adara 1999'an kirî, bû rêbazeke berxwedanê ku di tarîtiya 15'ê Sibatê de hin gerîlayên ARGK'ê tercîh kirî. Ev gerîlayên ku bi insîyatîva xwe hêzên dewleta Tirk û saziyên wê kirî hedef, bi çalakiyên xwe ku di dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de rûpeleke nû vekirin, ewlehiya jiyanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane ber xwe. Ji ber ku nameya wan jî bi gotina ,''Hûn nikarin roja me tarî bikin'' dest pê dikir.

Piştî 15'ê Sibatê Şehrîstan Botan weke ew gerîlaya ku çalakiya pêşî kirî tê zanîn, 1976'an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jidayik dibe. Şehrîstan Botan hê bi ciwanî tevlî nav refên ARGK'ê dibe, beriya çalakiyê di wê nameya xwe ya dirêj de wiha xîtab li Rêberê Gelê Kurd dikir: ''Serokê min! Hûn Roj in ku dixwazin bi heriyê were dûtin. Ez jî fedaî me ku min ronkahiya wê rojê dîtî û fêhm kirî nikarim jê qut bibim. Ji ber ku hingî cenabe we xeta têkoşîna civakî ya sedsala 21'ê bi Apogeriyê berbiçav kiriye, vê rêya rizgariya netewî careke dî ji bo mirovahiyê çespandiye ji bilî zincîrên xwe ti tiştek nîne ku ji dest bidin. Vê ew rakirin çalakiyan. Ez bi vê çalakiya xwe zincîrên ku dijmin di kesayata min de û li derve ava kiriye, dişkînim û azad dibim.''

Şehrîstan Botan wiha bang li raya giştî ya cîhanê û Kurdistanê dikir: ''Raya giştî ya cîhanê û derdorên demokratîk divê bibînin ku Apogerî rêya rizgariyê ya sedsal 21'ê ye û li bara êrîşa li ser Rêbertiya me bêdeng nemînin. Ji bilî banga aştiyê ku Rêbertî kirî, ew bi xwe hate Ewropayê, hewl da ku rêya aştî û demokrasiyê veke. Li gel vê jî bêhelwestaiya dewletan û mehkûmkirina pirsa Kurd a di nav bêgaviyê de nayê qebûlkirin. Çawa ku têkoşîna Filistîniyan, Sirpan, Kosowa tê dîtin û li Neteweyên Yekbûyî, li Parlamentoya Ewropayê jê re li çareseriyê digerin divê ji bo Kurdan jî vê bikin. Divê di hawîrdoreke dadmend û demokratîk de ewlehiya jiyanê ya Rêbertiya me were mîsogerkirin.''

ÇALAKIYA XWE ÇIMA LI ÊLIHÊ KIR?

Şehristan Botan ku Cizîrê ya ku lê bûyî û mezin bûyî ji bîr nekiriî, dema ku behsa Cizîrê dike dibêje bê ka çima çalakiyê li Êlihê dike: ''Ez keçeke Kurd im ku ji nav we derketim. Banga min li we ew e ku tola ku divê li erdê nemîne hûn hilînin, li gel her cure zext û zordariyên dijmin jî xwedî li mîrateya Bêrîvan derkevin, Cizîrê dîsa bikin navenda serhildanê, li nav berxwedana birûmet a gelê me de cihê xwe bigirin. Ez çalakiya xwe li Êlihê dikim ku kontrgerîla bi sedan welatparêzên me qetil kirine û bi salan hewl dide ku Êlihê teslîm bigire, bi vê çalakiya xwe dixwazim ispat bikim ku gerîla û gelê me yê welatparêz ji hev qut nabe. Bêguman bi bedena xwe ya ku min kirî gilokek ji êgir dixwazim çalakiya gelê xwe tacîdar bikim.''

'ŞER NÛ DEST PÊ DIKE'

Gerîlaya ARGK'ê Şehrîstan Botan di wî beşî de ku bang li hevalên xwe yên gerîla dike, dibêje piştî esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdemeke nû dest pê dike, şer wê girantir bibe û hişyariyan dide. Botan bi van gotinan pêş dîtibû ku bi şerekî giran wê bi salan têkoşîn were dayin:

''Dixwazim vê ji hevrêyan re bibêjim: Ji 15'ê Sibatê û wir ve ji bo hemûyan serdemeke nû dest pê kiriye. Gotina, ''qediya'' ya ku dijmin dibêje li hêlekê, ev têkoşîn hê nû dest pê dike. Şer wê girantir bibe û em ê çawa vî dijminê faşîst birûxînin,em ê nîşan bidin û wê bibînin tişta ku jê ditirsin bi serê wan were. Ji vî alî ve peywirên girîng li ber me ne. Li deverên ku qet em ne li hêviyê bûn ku gelê me û dostên me dengê xwe bi çalakiyan radikin, hûn hêzên gerîla yên azad ên li çiyayan, divê hûn vî şerî û peywira geşkirin û serfirazkirina jiyanê bibin serî. Em vê ji we dixwazin. Şer wê geştir bibe û bêhtir bisotîne.''

GERÎLA AKÎF KETE AVAHIYA MÎT'Ê YA DUHOKÊ

Piştî çalakiya Şehrîstan Botan bi 6 rojan vê carê cih avahiya MÎT'ê ya li Duhoka Başûrê Kurdistanê ye. 10'ê Adara 1999'an gerîlayê ARGK'ê yê bi navê Şahîn Huseyîn (Akîf) bi bombeyên ku li xwe pêçayî berê xwe da avahiya MÎT'ê û çalakiya fedayî kir. Di çalakiya gerîla Akîf de gelek endamên MÎT'ê kirin, bi çalakiya xwe peyama, ''Li ti deverê ewlehiya we nîne'' da hêzên dewleta Tirk.

Şahîn Huseyîn ku 1980'î li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê jidayik bûyî 1998'an tevlî nav gerîla bûbû. Di nameyê de ku beriya çalakiyê nivîsîbû wiha xîtab li Rêberê Gelê Kurd dikir:

''Serokê min! Em ji we hatin afirandin; em bi hene û bi we re em meşiyan meşa xwe ya azadiyê. Ji bo ku kêm jî be bibim layiqê ked û hewldana we bi vê meşa ku min dayî destpêkirin, bi vê çalakiya ku min biryar li ser dayî, ez ê hewl bidim deynê xwe bidim Rêbertî. Dîsa dibêjim; ez deyndar im û deyndar im. Apo nikare were girtin! Yek Apo wê biçe wê bi hezaran Apo werin. Bi hezaran Apo wê biçin, bi navê Apo wê mirovahî jidayik bibe. Bi Zîlanbûn, Egîdbûn, Apobûnê em ê bersivê bidin Rêbertiya xwe ku li ser şopa wî, ramana wî em hatine van rojan. Li ser vê bingehê soza dilsoziyê diyar dikim, slav û hurmeta xwe nîşan didim.''

ÇALAKIYA FERHAT BERWAR...

Tacettîn Şahîn (Ferhat Berwar) 1972'an li gundê Kotranûsê ya Colemergê jidayik dibe. 1992'an piştî ku birayê xwe ew jî 1993'an tevlî nav gerîla dibe. Ferhat Berwar ku li gelek qadên gerîla dimîne, piştî kompoloya 15'ê Sibatê, bi insîyatîva xwe Newrozê biyarê li ser dide ku li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedayî bike. Ferhat ku 20'ê Adara 199'an bi rê ketî li têketa bajêr ji bo ku di kontrola polîsan de neyê girtin, pîmê bombeya li ser xwe kişand û şehîd bû.

Di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk mirina gelek polîsan a bi vê çalakiyê vedişart, ewî di nameya xwe de wiha xîtab li Rêberê Gelê Kurd dikir:

Hêzên dermirovî ku neteweyekê, rastiya me ku bûye ya herêmî û mirovahiyê nabînin û bi gotina, 'Me Apo girt'' halana serkeftinê dikin, îro ketine halekî wiha ku nema dizanin çi bikin. Gelê me ku li çar aliyê cîhanê rabûyî ser xwe û bi rengê, ''Kesên ku dixwazin Roja me tarî bikin em ê dinyaya wan tarî bikin'' biryardarî û wêrekiya mezin nîşan dide, şanî dijmin didin bê ka çendî şaşî û sûcekî mezin kirine.

''Em bi her tiştê xwe ve berhema we ne. We em ji nebûnê çêkirin. We kêfxweşiya me ya jiyanê û azawerî bi me re geş kir. Li bara vê hewldana we em çi jî bikin wê kêm be. Ez bi vê bîrewerî û baweriyê me. Bi vê çalakiya xwe dixwazim bi şêwaza Zîlan azad bibim, bibim yek berfermanbarê ku bi fermandariya Zîlan dimeşe. Ez ji pîrozbûna jiyanê bawer dikim. Pê bawer im ku jiyana pîroz encex bi şer dikare were avakirin. Bi vê bîrewerî û baweriyê bi vê çalakiya xwe dixwazim deynim holê ku ti hêz bi armancên xwe yên gemarî wê nikaribin Roja me tarî bikin.''

LI TAKSÎMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ EKÎBA HÊZA ÇEWÎK

Adara 1999'an a piştî komploya 15'ê Sibatê li çar parçeyên Kurdistanê, li metropolan û li asta cîhanê weke meha ku gelê Kurd bi berxwedanê li dora Rêberê Gelê Kurd kom bû. Rojên dawî yên Adarê vê carê ya ku wê çalakiya fedayî bikira jineke ciwan a şoreşger bû.

Meral Mamyak (Zînê Gulîstan) 1977'an li navçeya Sûsizê ya Erdaxanê jidayik bûbû. Zînê Gulîstan ku li nav malbateke welatparêz jidayik b^juyî 1997'an lîseyê diqedîne û tevlî nav refên tevgera azadiyê dibe. Bi gotina, ''Ji bo min bûbû azweriyeke mezin ku bibim mîlîtan û hevrêyê Rêbertiya PKK'ê ku ji bo pirsa jinê ya li cîhanê çareseriyên pirhêl û zelal anî û weke Zîlan bibim kesayateke jina azad. Gihaştina kesayata Zîlan ji bo tevlêbûna min bi rola sereke rabû'', Zînê Gulîstan du salan li metropolên Tirkiyê xebat kir.

Zînê Gulîstan 27'ê Adara 1999'an bi insîyatîva xwe li meydana Taksîmê ya Stenbolê li dijî otobûsa polîsên Tirk Hêza Çewîk çalakiya fedayî kir. Di çalakiya Zînê Gulîstan de gelek polîsên Tirk mirin, di nameya xwe de ya beriya çalkiyê wiha xîtab li gelê Kurd dike bê ka çima ev çalakî kiriye:

''Ez vê çalakiya xwe ji bo ku li welatê aştî û azadiyê bi Rêber Apo re bim dikim. Gelê Kurd bi sedan salan êşa wê kişand ku nebû xwedî rêbertiyeke ku ji daxwaza wê ya azadiyê re bibe bersiv. Ez bi wê siûd û kêfxweşiyê me ku xwedî Rêbertiyeke weke te pîroz im ku dîrokê diafirîne. Hêzên serwer ên mêtinger dixwazin vê kêfxweşiya me li me bikin jehr. Lê gelê Kurd ê ku we ew afirandî dijminê xwe şelişand. Îro we her Kurdek kiriye Apoyek. Fedekarî û lehengiya gelê me vê diçespîne. Ji hêla fizîkî ve we ji me qut bikin jî em ê heta serfiraziyê we di dilê xwe de bijîn.''

Zînê Gulîstan li dawiya nameyê bi gotina, ''Sala 1999'an wê bibe sala Serok Apo'' bang kiribû ku têkoşîna azadiya Kurd li her deverê were berbelavkirin. Di wê nameya xwe de pêşbînî kiribû ku sala 1999'an ji bo Kurdistanê û cîhanê bibe qonaxa nû. Jixwe weke ku wê gotî sala 1999'an ji bo gelê Kurd ku li dora mîmarê şoreşa Kurd Abdullah Ocalan bûbû sala berxwedanê, di dîroka cîhanê jî weke, ''têkoşîna gel ku Rêbertiya xwe bernedayî'' derbasî dîrokê bû. Salên piştre jî weke Zînê Gulîstan, Akîf Ferhat Berwar û Şehristan Botanî bi dehan gerîla bi çalakiyên fedayî ji dewleta Tirk re dibêjin ku divê zirar negihe ser mûyekî Rêberê Gelê Kurd.