'Gerîlayên ku DAÎŞ têk birin, mirovahî ji belayekî mezin rizgar kirin'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovahî ji belayekî mezin rizgar kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî DAÎŞ'ê nirxand.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna ku rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bi Mûrat Karayilan re kir, bi vî rengî ye:

Piştî salên dema vejîna civakî, eger em vegerin ser salên derbasbûyî, li ser girîngî û encamên têkoşîn û ezmûna gerîla ya li dijî DAÎŞ’ê ku li herêmên Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê hate kirin, hûn dixwazin çi bibêjin?

DAÎŞ rêxistineke ku xwe dispêre xeta selefî, bi berovajîkirina Îslamê û bi nêrîneke pir cuda xeteke nû ya Îslamê diafirîne. Ji bilî xwe herkesî wekî kesên derveyî olê dibîne û wan weke kafir şîrove dike. Bi derxistina fetwayê şerkirina li dijî hêzên ku jê re dibêje kafir wekî xêrekê dibîne û mirov daye bawerkirin ku kesên di vî şerî de bimirin wê rasterast biçin bihuştê. Her çekdar û şervanekî DAÎŞ’ê difikire ku dema bimire wê biçe bihuştê, tirsa mirinê bi giranî bi vî awayî ji holê rakiriye. Bi vê re nêzîkatiyeke leşkerî ya DAÎŞ’ê jî heye ku hêzên xwe bi awayekî berfireh perwerde dike, perwerdeya branşê dide û wan dike pispor. Hin fermandarên wan berê li Afganistanê şer kiribûn û tecrube bi dest xistibûn; dîsa beşeke girîng ji wan piştî sala 2003’yan di şerê Iraqê de tecrube bi dest xistine. Lewma netirsiya ji mirinê, pisporî û tecrubeya şer, DAÎŞ kir hêzeke leşkerî ya bi bandor. Wê jî ji xwe re îmaja rêxistineke ku bi serjêkirina mirovan wehşetê dike afirand. Di vî warî de medyaya dijîtal pir bi bandor bi kar anî. Îmaja rêxistineke ku tirsê belav dike, kes nikare pêşiya wê bigire û cihên ku diçê fetih dike, afirand. Pêşî, li Sûriyeyê hin dever ji destên rêxistinên muxalîf-îslamî derxistin. Bi vê yekê xwe bi hêz kir.  Ast û îmajeke wisa afirand ku tu artêş û hêz nikare li hemberî wan bisekine. Bi 800 kesî Mûsil a ku ji aliyê zêdetirî 30 hezar hêzên leşkerî ve dihat parastin û di nava 24 saetan de bajar bi dest xist. Li dijî DAÎŞ ne leşkerên xwedî performans, bi pere, an jî yên bi bawerî, îrade û hêza leşkerî ya ciddî nikarîbûn li dijî wê bisekinin û şer bikin. Bi rastî jî her ku diçû encam digirt. Tenê hêzeke bi biryar û xwedî kûrahiya bîrdozî û pêkhateya leşkerî dikare li hemberî rêxistineke bi vî rengî raweste. Ji ber vê yekê tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ser esasê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo hatiye perwerdekirin, ruhekî fedaî bi dest xistiye, di astekê de jî xwedî tecrube û pisporiya têkoşînê ye, dikare li dijî DAÎŞ'ê bisekine. Di rastiyê de, ew çêbû.

Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, hem artêşa Iraqê û hem jî hêzên pêşmerge yên li wê derê ji bo canê xwe biparêzin ji Şengalê direviyan, gerîla jî dixwest ku di demeke herî kurt de xwe bigihîne Şengalê û bi bezê xwe bigihîne yekîneya yekemîn a beriya niha çûbû Şengalê û li ber xwe dida. Bi vê yekê re destwerdana fedaîtî hate kirin û her tişt da ber çavên xwe û DAÎŞ’ê li Şengalê rawestand. Di qonaxa yekem de tişta esas parastina çiya û gelê me yê ku xwe spartibûn Çiyayê Şengalê bû. Ev yek di heman demê de rabûna destpêkê ya li ber DAÎŞ'ê bû, rawestandina DAÎŞ'ê bû. Ji ber vê yekê heyeteke Emerîkî bi 4 helîkopteran daket Şengalê; dixwest hêza ku DAÎŞ’ê rawestandiye nas bike. Piştre jî fermandarê heyetê ji fermandarê hêja hevrê Egîd Civyan ku pêşwazî li wan dike dipirse, ‘hûn kî ne?’ Heval Egîd xwe dide nasandin û ji wan re qala Rêber Apo dike û dibêje ku ew şervanên Kurdistanê ne. Li ser vê yekê zilam dipirse ‘Hûn rasterast PKK’yî ne yan na?’ Heval jî dibêje 'em rasterast PKK'yî ne'. Bi vî awayî hîn dibin ku ev destwerdan ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin. Piştî ku 3-4 saetan li wir man, lêkolîn kirin, beyî ku piştgiriyê bikin careke din paşde firiyan û venegeriyan. Ev yekemîn hevdîtina me bi hêzên Emerîkî re bû.

Li Mexmûrê jî heman tişt qewimî. Wek mînak di navbera Mexmûr û Mûsilê de 22 bajarok hebûn. Hemû bêyî ku guleyekê jî li dijî DAÎŞ’ê biteqînin teslîm bûn. Yekemîn guleya li ser wê xetê li dijî DAÎŞ’ê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat teqandin û pêşveçûna DAÎŞ’ê li wir hat rawestandin.

Li Kerkûkê jî heman tişt qewimî. Li vir pêwîste behsa rola katalîzor a gerîla bê kirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di pêkhatin û birêxistinkirina berxwedana li dijî DAÎŞ’ê de roleke girîng lîst. Ji bo nimûne; DAÎŞ'ê pir dixwest Kerkûkê dagir bike; ji ber ku Kerkûk hem xwedî karakterekî siyasî û hem jî bîrên petrolê lê ye. Lewma jî êrîşên berfireh dikir. Her cara ku êrîşeke berfireh dihat kirin, hêzên pêşmerge ku hejmara wan bi hezaran bû, li hember wan êrîşên hovane, diviyabû piçekî şer bike û paşve vekişe, lê hêzên gerîla yên çend tîmên li cihê xwe paşve neçûn û şer dikirin. Dema ku fermandarên pêşmergeyan û pêşmerge paşvedikişiyan li paş xwe nihêrtin û dîtin ku gerîla paşve naçin, lê şer dewam dikin, ew fikirîn ku ‘gava mirov li ber xwe bide û dikare DAÎŞ'ê rawestîne' û piştî çend saetan wan jî cesaret ji şerê gerîla girtin, dîsa vegeriyan cihên xwe, şer kirin. Gerîla li hemberî DAÎŞ'ê li tu cihî paşve neçû. Bêguman di şer de taktîkên paşvekişandinê jî hene, lê gerîla li dijî DAÎŞ’ê taktîkek wiha bi kar neanî. Li Mexmûrê jî heman tişt bû. 3-4 caran hêzên pêşmerge yên li bajarokê Mexmûrê diman ji ber êrîşên DAÎŞ’ê cihê xwe terikandin û ber bi Hewlêrê ve paşde vekişiyan, lê piştî rojek, du rojan dema ku agahî hat bihîstin ku gerîlayên PKK’ê kampa Mexmûrê diparêzin, Qereçoxê di destê wan de ye û li eniyê şer dikin, xwe kom kirin û vegeriyan. Li Mexmûrê ev yek çend caran hat dubarekirin. Yanî diyar e ku gerîla di pêşxistina şerê li dijî DAÎŞ'ê de, hem cesaret da û hem jî rola girîng lîst.

Dîsa di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de, di rojên ku dihat gotin ‘ha ket ha wê bikeve’ bi rastî Kobanê hatibû asta ketinê. Lê wê demê banga seferberiyê ya Rêber Apo hebû. Hêzên gerîla ev yek ji bo xwe weke ferman dîtin. Eşkere bû ku eger destwerdaneke berfireh nebe wê Kobanê bikeve. Ez bawerim di civîneke ku roja 1’ê Cotmehê de hat gotin; "Gelo wê Kobanê bikeve yan na? Eger na, ev yek bi hêzkirina çend tîman çênabe; Di qonaxa yekem de bi destwerdana hêzeke gerîla ya herî kêm 400 kesî dikare pêşiya ketina wê were girtin." Li ser vê bingehê biryar hate girtin ku pêşî li ketina Kobanê bê girtin. Bi vê armancê destwerdan û plansaziyeke berfireh hate rojevê. Ji ber ku dihat zanîn bi hêzên şer ên normal êrîşa berfireh a DAÎŞ’ê nayê rawestandin, tîmên gerîla ji herêmên Botan, Amed, Garzan û Erziromê ku gerîlayên herî bi tecrube lê bi cih bûne, rasterast ber bi Kobanê ve hatin şandin. Pêvajoya berxwedanê ya demdirêj ku pêşî li ketina Kobanê girt, hate pêşxistin. Eger ne ji destwerdaneke wiha berfireh bûya, bêguman ew ê ketiba. Ji xwe li ber ketinê bû. Hêzên YPG-YPJ'ê li ber xwe dan, lê hejmara wan kêm bû û li hemberî êrîşa berfireh a çeteyên DAÎŞ'ê ya bi tankên ji sê baskan ve, ne hêsan bû ku bi ser bikevin. Eşkere bû ku tecrubeya YPG'ê ya wê demê têra vê nake. Fedakariyek mezin bû, lê di heman demê de bêhevsengiyek mezin jî hebû. Di vî warî de li ser esasê destwerdana gerîla û hêzên xurt, berxwedan gav bi gav mezin bû û cihên ku DAÎŞ’ê dagir kiribûn, gav bi gav bi êrîşên dijber paşde hatin destxistin.

DAÎŞ’ê tu derê bernedida. Di têgihiştina şer a DAÎŞ’ê de taktîka paşvekişînê nîne. Ev li cem me heye, lê em bi zanebûn li hemberî DAÎŞ’ê paşve neçû. Ji ber ku pêwîst bû morala gel, hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û pêşmergeyan bilind bikin. Lê ev ne şêwazê DAÎŞ’ê bû. Kêmasiya herî bingehîn a nêzîkbûna DAÎŞ’ê ya ji şer ew e ku nizane taktîka vekişînê bê çawa bikar bîne. Lewma jî diviyabû di her malê de bihata kuştin an jî bi darê zorê wan bida revandin. Bi xwe dest jê bernedida.

Wê demê bi awayekî eşkere ji çapemeniyê re hate gotin; "Li Kobanê pevçûnên mal bi mal wê bidomin, Kobanê bibe Stalîngrad û wê Kobanê nekeve." Ev yek di çapemeniya wê demê de bi awayekî zelal hate gotin. Dîsa “Berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve û ev serketin wê bibe destpêka têkçûna DAÎŞ’ê. Ev ê DAÎŞ’ê biqedîne”. Tê zanîn ku ev hemû paşê pêk hatin. Di rastiyê de li Kobanê îdeolojiya ku DAÎŞ’ê hêzên xwe bi xurafeyan dixemiland bi îdeolojiya PKK’ê re pevçû. Û li vir îradeya îdeolojîk a PKK’ê bi ser ket. Ya ku qewimî ev e.

Bi kurtasî, ev destwerdana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî  DAÎŞ’ê, bi perspektîfên Rêber Apo pêk hat û mirovahî ji tengasiyek mezin rizgar kir. Rast e; hêzên cuda li dijî DAÎŞ’ê şer kirin; ne tenê me şer kir, lê weke me diyar kir şerê me cesaret da her kesî û rola pêşeng lîst. Di destpêkirina pêvajoya têkbirina DAÎŞ'ê de cihekî gelekî girîng heye. Ev rastiyeke dîrokî ye. Ev xizmeteke mezin e ku PKK li ser esasê perspektîfa xwe ya enternasyonalîst pêşkêşî hemû mirovahiyê dike.

Di heman demê de ev yek ji bo mirovahiyê destketiyên mezin bi xwe re aniye. Ji bo gelê Kurd û tevgera me jî destketî û encamên girîng derxist holê. Lê ne hêsan bû. Me di vê destwerdanê de fermandar, şervan û fedaiyên xwe yên pir hêja şehîd dan. Di vê têkoşînê de bi taybetî li Kobanê û Şengalê bi sedan şehîdên me hene. Lê weke me diyar kir ji bo mirovahiyê, ji bo gelê me û ji bo tevgera me jî destketiyên girîng hebûn. Helbet ev yek ji bo hêzên me bû sedema encamên mezin. Hêzên me hêza xwe ya şer li ser qadên cuda ceribandin. Bêguman di vir de hêza taktîkî ya gerîla hîn zêdetir bû û kûr bû.

Lê hevalên ku çûne bajar, warên sivîlan û demekê li wir man jî hin hîbûnên ku ji aliyê vê hawîrdorê ve hatine afirandin bi dest xistin. Hînbûnên wiha, qelsiya dîsîplînê û kêmasiyên ku meriv jê re bi kalîte tê binav kirin, di hêzên ku vegeriyan qada çiyê de hatine dîtin. Lê ev rastiyek e ku bi giştî di warê zêdekirina piralîbûna hêzên me û manevrabûna taktîkî de tecrubeyên girîng hatine bidestxistin.

Di têkoşîna PKK'ê de derbarê girîngiya xweparastina rewa ya civakê hûn çi difikirin?

Di dîrokê de civakên xweparastina xwe nebûn, nekarîn hebûna xwe biparêzin û an hatin hilweşandin an jî bûn kole. Yanî ji bo civak û pêkhateyeke çandî ji bo hebûna xwe biparêze, xweparastin pêwîst e. Gelê Kurd di dîrokê de herî zêde xwe bi rêxistinkirina konfederasyon û eşîran xwe parastiye. Hema bêje li her herêma Kurdistanê hebûna civakî ji aliyê konfederasyonên ku ji eşîrên xweser an jî ji çend eşîran pêk tên û hêzên çekdar ên rêxistinkirî tên parastin. Helbet îro ew şiklê eşîrtî tuneye. Lewma îro pêwîstî bi xweparastinê bi rêbazên moderntir heye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di esasê xwe de hêzeke xweparastinê ye, lê hêzeke parastinê ya bilind û fermî ye. Ji ber vê yekê, li her derê ne, di nava civakê de ye; ne pêkan e ku bigihîje her derê. Ji bo vê jî divê civak li her derê, li her gundî, li her taxê, li her bajarî xwedî rêxistiniyeke cuda ya xweparastinê be. Pêwîstî bi bingeheke ku di eslê xwe de sivîl be, lê dema ku şert û merc hewce bike bi awayekî nîv-sivîl, nîv-leşkerî jî karibe erkên parastinê pêk bîne. Ev pêwîst e.

Me ji çalakiyên xweparastinê re got 'stratejiya stratejiyê'. Ji ber ku rêxistina xweparastinê ji bo gelê me hebûna xwe li Kurdistanê bidomîne xwedî cihekî pir girîng e. Bi taybetî di serdema me de, rola artêşên nexuya li pêşberî pêşketina teknolojiya bilind, pêşketina fuzeyan, û pêşketina mezin a hêza hewayî diyartir bûye. Yanî di çarçoveya parastina sivîl de rola hêzên parastinê ku cihê wan ne diyar e û di nava civakê de ye zêde bûye. Çima? Ji ber ku hêzên fermî her tim bi teknîka ku me behs kir dikare bibe hedef. Lê rola avahiyeke parastinê di nava civakê de ku cih û warê wê ne diyar e, ku her kes li mal û karê xwe ye, hîn zêdetir bûye. Em jî behsa rêxistiniyeke ku ji ber cewhera civakê, bi awayekî xwezayî weke reflekseke xweparastinê ya civakê teşe digire û bi jiyana civakî ve tê girêdan. Bi gotineke din, ji bilî tiştek bi taybetî rêxistinkirî, rêxistiniyeke ku bi xwezayî ji bo domandina hebûnê hatî çêkirin hewce ye. Ji ber vê yekê me got ew stratejiya stratejiyê ye û bi rastî jî wisa ye.

Di vî warî de divê gelê me bi taybetî jin û ciwan dema di nava xweparastinê de rola xwe bilîzin û di vî warî de her kes bi berpirsyarî tevbigere. Em bibêjin li hemberî taxekê êrîş hene; êrîşên li ser civakê hene; tiryak û hişbir têne belavkirin; zilamên şerê taybet hene; fuhûş tê pêşxistin; sîxurî pêş dikeve, li vir ji bo parastina civakê û civakê paqij bihêle pêdivî bi parastina cewherî heye, lê ev yek ne mecbûrî fermî ye, bi awayê ‘filankes xweparastin e, filan peywirdar e’ nebe. Divê gelê tax û gund û ciwanan jî bi awayekî xwezayî xwe bi rêxistin bikin û bi rêbazên sivîl xwe biparêzin. Bi gotineke din çalakiyên ku li hemberî kesên taxê texrîb dikin û li dijî exlaq û çanda taxê derdikevin, helwest pêş dixin jî cureyekî xweparastinê ye. Divê gelê me teqez vê bike.

Yanî pîvanek nîne ku xweparastin divê bi çekdarî be?

Wekî ku ji navê wê diyar e, ew parastina sivîl e. Carinan dibe ku gava hewce bike nîv-leşkerî û nîv-sivîl be, lê pirî caran dibe ku ne leşkerî be. Pêwist e xwedî li pêkhateyên ku weke rêxistineke xwezayî bi pêş bikevin, nirxên herêmî diparêzin, li ser esasê berjewendiyên hevpar têkoşînê geş dikin, bi hêza xwe ya civakî li hemberî her êrîşên li dijî gund û taxan rawestin, bi rêxistinkirina xwe re xwe bikin hêz. Bi gotineke din, eger valahiya ku berê ji aliyê formên eşîrtiyê ve afirandiye, bi rêxistiniyeke hevpar a nûjen a bi vî rengî neyê dagirtin, taktîkên şerê taybet di valahiya ku li vir çêbûye de bi awayekî domdar bin û ev êrîş wê bigihêjin encamê. Civakê xera dike, exlaq, çand û nirxên civakê xera dike û dixe bin lingan; bi vî awayî civakê ji civakbûnê û ji hêzbûnê derdixe. Di rastiyê de armanca hemû pêkanînên mêtinger-qirkeran ew e ku gelê Kurd li her derê nebe gel, bêîrade û bêhêz bimîne. Hemû meyl ber bi vê yekê ve ne. Divê civak li hemberî vê yekê xwe biparêze. Di hedefa şerê taybet de piranî ciwan û jin in. Li dijî wan her roj bi şêweyên cuda êrîş tên kirin. Ji ber vê yekê yên ku divê herî zêde xwe ji rêxistinkirina li hemberî vê yekê berpirsyar bibînin ciwan û jin in û ew pêşengên civakê ne. Bi taybetî jin û ciwan di çarçoveya ku me diyar kir de bi hevgirtinê bi hesta xweparastinê dikarin xwe û civakê biparêzin. Ev xweparastin qonaxên xwe yên cihêreng hene: Weke me behs kir, çalakiya xweparastina sivîl; Asta wê ya din jî ew e ku veguheriye şeklê nîv sivîl-nîv leşkerî û asta herî pêşketî jî hêza civaka me ye ku xwe li hemberî êrîşên di asta herî jor de bi şêweyê gerîlabûnê bi pêş dixîne. Ev jî encax bi amûrên ku me behs kirin, ango rêxistinan pêkan e.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di gava destpêkê de çawa ji tecrubeyên berê sûd wergirt? Dema ku di nava pêşketina dîrokî de were nirxandin, di pêvajoya beriya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk de guhertinên çawa pêk hatin?

Li ser bingeha tecrûbeya gelek salan a di pratîka Şoreşa Çînê de, Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj û teorîzekirina şerê gerîla ji aliyê rêberê mezin ê şoreşê Mao Zedong ve hate meşandin. Li ser vê stratejiya bingehîn, şerê Vîetnamê yê Bakur, dîsa Kuba û hwd. di salên 1970'yî de li gelek cihan serketinên mezin hatin bidestxistin û herî dawî jî serketina gerîlayan li hemberî hêza superhêza DYE'yê li Vîetnamê ya Başûr, li hemû cîhanê û bi taybetî jî di hêzên çep-sosyalîst-şoreşger de kelecaneke mezin çêkir. Heman kelecan bandoreke xurt li şoreşa Tirkiye û Kurdistanê jî kir. Li ser vê bingehê tevgera gerîla ya ku li Kurdistanê bi pêş ket, bi şêwazê gerîlatiyê ku di şoreşên Çîn û Vîetnamê de bi pêş ketibû, xwe girt.

Lê belê çawa ku Rêber Apo bi jîrbûna zanista şoreşgerî li Kurdistanê bi giştî tetbîq kir, bi heman afirîneriyê şêwazek Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj û şêwazê gerîlatiyê li ser şert û mercên Kurdistanê da meşandin. Bi gotineke din, li şûna ku tecrûbeyên welatên din wek şablon werbigirin û wan wek xwe bi kar bînin, divê di çarçoveya guncawbûna şêwaza şîrovekirina Rêbertî de behsa pêşketina gerîlayên taybet ên Kurdistanê bê kirin. Ji ber ku şert û mercên her welatî cuda ne. Welatê ku herî zêde dişibe şert û mercên Kurdistanê Vîetnam e. Welatparêzên ku tu têkiliya wan bi Partiya Karkerên Vîetnamê, hêza pêşeng a şoreşa Vîetnamê re tunebû, dikaribûn bibin fermandarên gerîla û heta generaliyê jî bilind bikin. Her çend me li Kurdistanê gelek caran hewl da jî, lê em fikirîn ku li Kurdistanê ev yek dikare were pêşxistin jî, em bi ser neketin. Piştî pratîkên dûr û dirêj di pratîkê de hat dîtin ku kesê ku çanda Apoyî qebûl neke di şert û mercên civakî yên Kurdistanê de nikare bibe fermandar. Bi gotineke din çavkaniya baweriyê endamtiya partiyê ye. Di civaka Kurdistanê de bi tenê bi welatparêzî îfadekirina îradeyeke xurt zêde pêş nakeve û nabe bersiv. Di psîkolojiya civakî û pêkhatina wiha de ferqek heye.

Tevî hemû cudahiyan jî ji sala 1984’an heta sala 2000’an Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zêdetir li ser modela Çîn û Vîetnamî ava bû. Tevî ku Rêbertî bi xwe plan dikir ku bi hezaran kadroyan perwerde bike û pêkhatina îdeolojîk a gerîla li gorî şert û mercên Kurdistanê biguncîne, gerîlayekî dijwartir û bi îrade mezin bike jî, gelekî dişibiyan hev. Li ser vê bingehê her çendî bi hewldanên giran ên Rêbertî ku karakterê îdeolojîk-polîtîk ê gerîlayên Kurdistanê xurt kir, astekê afirand jî, gerîlayên Kurdistanê heta salên 2000’î nekarî ji statûya artêşa gel a klasîk derkeve. Rêbertî di pêvajoya Romayê de jî derbarê vê mijarê de rexneyên giştî kirin. Nêzîkatiyên komparêz ên ku di avakirina partiyê de bi pêş ve neçûn, paşve vekişiyan, bi xetê lîstin û têgihiştinên ku timî xeta Partiyê tarî dikirin jî di nav de hebûn. Ev hişmendiyên komikan û eyaletparêzî hwd. bi awayên cuda nîşan didan.

Dîsa di taktîk û xeta leşkerî de jî kêmasî hebûn; Rêbertî ev yek pir nirxand, di vî warî de rexneyên xwe kir û ji bo jêhatîbûnê têkoşîneke xurt da meşandin. Yanî eger heta wê demê asteke gerîla ava bibûya, di encama van hewldanan de çêbûbû, lê kêmasiyên ku me behs kiribûn jî hebûn. Di esasê xwe de rastiya ku di wê demê de xwe dubarekirin hebû û ev jî bingeheke ji Komploya Navneteweyî çêkir û ev jî ji ber van kêmasiyan derket holê.

Lê li aliyê din jî di hêzên me de îrade û cesareteke îdeolojîk hebû. Di dawiya dawî de dilsoziya bi xeta Rêbertiyê re xurt bû. Ew ruhê êrîşkarî û sekna fedayîtî gelekî xurt bû. Yanî xeta Zîlan di astekê de hebû. Jixwe ev yek di pêvajoya komployê de derket holê. Bi sedan pêşniyarên çalakiya fedaî hatin pêşxistin û di encamê de weke ku tê zanîn rêxistina Hêzên Taybet teşe girt. Yanî tevî hemû kêmasiyên xwe jî xwedî helwesteke xurt, fedakar a dilsozê Rêbertiyê bû. Lê belê, pisporiya leşkerî zêde nebû. Bi gotineke din hêzên me li qadê xwedî manewra û tecrûbe bûn, lê hostatiya teknîkî, pisporiya leşkerî û xebatên branşbûnê nehatin pêşxistin. Di vî warî de rêxistiniyeke mîna artêşa gerîla ya klasîk hebû. Her wiha me diyar kir ku pirsgirêkên taktîkî jî hene. Bi kurtasî, bi vî rengî asta şer derxist holê, di heman demê de di pêvajoya pêşdebirina pêşketinek paşerojê de dubare bû. Rewşa wê heyamê bi kurtî bi vî awayî dikare were ravekirin.