Gerîlayên HPG/YJA Starê: Em Zîlan bi rûkenî bi bîr tînin

Gerîlayê HPG'ê Fîkret Pîrozhat û gerîlaya YJA Starê Jiyan Botan, Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn.

Li dijî êrîşa ku 6'ê Gulana sala 1996'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, Zîlan (Zeynep Kinaci) 30'ê Hezîrana sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kiribû. Gerîlayê HPG'ê Fîkret Pîrozhat û gerîlaya YJA Starê Jiyan Botan Zîlan bi bîr anîn û gotin, "Em ê heta dawiyê têbikoşin û Rêberê xwe azad bikin."

Gerîlayê HPG'ê Fîkret Pîrozhat got, "Em Zîlan bi rûnekî bi bîr tînin. Zîlan kesayeteke dîrokî ye ku li dijî dijmin xwedî hêrs û kîn e. Der barê Zîlan de 20 sal in min gelek tişt xwend, guhdarî kir. Bi taybetî analîzên Rêbertî der barê wê de hene. Rêbertî dibêje, 'Zîlan fermandara min e, ez li ber destê wê me'. Gerîlayeke ku tenê du salan li nava refên têkoşînê bû çawa dikare ewqasî bibe fermandar? Gelekî girîng e ku mirov di vê astê de xwe bigihînin rastiyê."

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Botan jî got, "Em xwe ji bîranînên wê xwedî dikin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û Rêberê xwe azad bikin."

Jiyan Botan banga 'Werin em bibin Zîlan, li çiyayên azad bi rengekî azad bigerin' li jin ên ciwan kir.