Gerilayên HPG’ê li Xeregolê çalakî lidar xist

Gerîlayên HPG’ê îro piştî nîvro li dijî leşkerên ku li Xeregolê operasyon dabûn destpêkirin, çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me yê li herêmê, çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî operasyona dagirkinê ya artêşa Tirk a li gerêma Xeregol a girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, didomin.

Piştî çalakiyên duh û rojên berê, îro piştî nivro seat 14:00 û 15:30’an de ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek a sekvaniyê jî di nav de 2 çalakî hatin lidarxist.

Di çalakiyê de3 leşker hatin kuştin. Şerê li herêmê didome