Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê li leşkerên Tirk dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Dihê ya bi ser Sêrtê li dijî leşkerên li Girê Garisa çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên HPG’ê ev tişt diyar kir:


“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, di 16’ê Îlonê de li qada Garisa ya Sêrtê çalakiyek li dar xistiye.
Yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku dixwest li Girê Dihêya Berê ya li qada Garisa bi cih bibe, bûye hedefa hêzên me. Gerîlayên me ji du milan ve li vê yekîneyê dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada Garisa dane.

LEŞKERÊN QEREQOLA GEBARÊ JÎ BÛN HEDEF


Di 23’ê Îlonê de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li qereqola TRT Gabarê ya li Şirnexê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
Di 24’ê Îlonê saet di 13.10 û 15.50’an de hêzên me careke din li qereqola TRT Gabarê ya li Şirnexê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

QADÊN GERÎLAYAN HATIN BOMBERDÛMANKIRIN


Di 24’ê Îlonê de saet di navbera 21.30-22.20’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker girê Cehennemê yê Zapê û qada Basya ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.”