Gerîlayên HPG’ê li dijî qetlîamên sivîlan çalakiya tolhilînê pêk anîn

HPG’ê ragihand ku ji bo bîranîna welatiyên sivîl ên di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de şehîd bibûn, li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke ya tolhildanê lidar xistine. 10 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihdandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da, ragihand ku gerîlayên HPG’ê ji bo bîranîna welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin, çalakiyeke ya tolhilînê lidar xistine.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

Ji bo bîranîna 10 welatiyên sivîl ên di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke ya tolhildanê hate lidarxistin.

Hêzên me 21’ê Îlonê saet 19:50’an li navbera gundên Yekmala Jor û Binyasêvê konvoyeke wesayitên zirxî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Gever ber bi Qereqola Wargenima ve diçin kirin hedef. Di vê çalakiyê de wesayîtek zirxî ya Akrep hate rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelakkiirin 10 leşker hatin kuştin, hejmara leşkerên birîndar bûne nehatin zelalkirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran qad bombe kir.

LI GEVERÊ OPERASYON VEKIŞIYA

18’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker ku li gundên Birdik, Sorya, BilindBastan, Basan, Deriyê Bêjehê yên girêdayî navçeya Gever û devera Sumbul a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribûn, beşeke mezin a wê ji herêmê vekişiyaye.

Operasyona artêşa Tirk a li herêma Cîlo ya girêdayî Gever û devera Sumbul a Colemêrgê dabû destpêkirin hê jî dewam dike. 21’ê Îlonê saet 16:30’an di navbera hêzên dagirker û hêzên me de şer qewimiye. Di vê şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

LI AMED Û DERSIMÊ OPERASYON

21’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi tevlîbûna 5 hezar leşkeran ve li devera Pêkevir û Şehîd Navdar ên girêdayî navçeya Licê û herêma Şehîd Kawa a girêdayî navçeya Farqîn ên Amedê dest bi operasyonekê kiribûn.

20’ê Îlonê saet 23:50’an artêşa Tirk li devera Rojdere ya girêdayî Dersimê bi desteka Balafirên Keşfê yên Bê Mirov (ÎHA) dest bi operasyonekê kirine. 21’ê Îlonê di saetên sibehê de balafirên bi tîpa Kobra devera Şehîd Ferhat û Miiç bombe kirin, piştre jî bi helîkopterên Skorsky jî li herêmê leşker danîne. Di encam bomberdûmanê de li herêmê şewat derketiye.

Operasyon 21’ê Îlonê saet 18:00’ê bê ku encamek bi dest bixin ji herêmê vekişiyane.

LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyek lidar xistin. Ev çalakî li dijî yekîneyeke ya operasyona li herêma Bênava hate kirin hate hedefkirin. 18’ê Îlonê saet 06:00’an yekîneya ku demek dirêj hatibû çavdêrkirin ji du baskan ve hate lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê û şûnde bi helîkopterên bi tîpa Kobra qad bi dijwarî bombe kir, di encama van bomberdûmanan de bax û baxçeyên welatiyên sivîl şewitîne. Artêşa Tirk a opersyona xwe ya ku berfireh li qadê belav kiribû bi yekîneyên veşartî li herêmê didome.

LI KANÎREŞÊ ÇALAKÎ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

14’ê Îlonê li devera Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewligê bi desteka balafirên keşfê (ÎHA) opersyonek hatibû destpêkirin. 15’ê Îlonê saet navbera 12:00- 21:30’an balafirên şer, 16’ê Îlonê saet navbera 10:00-11:00!an jî 5 balafirên bi tîpa Kobra herêm bombe kirine. Piştî bomberdûmana helîkopterên Kobra û şûnde artêşa Tirk bi helîkopterên tîpa Skorsky li qadê leşker danîne.

Piştî danîna leşkeran hêzên me li dijî 2 yekîneyên operasyonê çalakî lidar xistin. Di van çalakiyê bi awayê xurt hate lidarxistin de, bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.

Operasyona ku hate derbkirin saet 16:00’ an bê ku necam bigire vekişiyaye.

Çapemeniya şerê taybet bi nûçeyên derew ên mîna di operasyonê de 7 gerîlayên me şehîd ketine servîs kiribûn. Di tevahiya operasyonê de ti gerîlayên me şehîd nebûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker20 û 21’ê Îlonê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîbûn.

Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer, 20’ê Îlonê saet 21:45’an devera Karkêr a girêdayî herêma Zapê, 32:00’an jî derdorî Bazê agirêdayî herêma Metîna , 21’ê Îlonê saet navbera 21:00 û 22:30’an jî devera Deşta Kafya a girêdayî herêma Garê, Girê Hîva ê Girêdayî herêma Qendîl, dîsa heman rojê saet 21:30 û 22:00’an Girê Hekkarî yê girêdayî herêma Metîna, saet 22:00-23:00’an girê Zendûra yê li heman deverê bombe kirine.

LI DERSIMÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD KETIBÛ

9’ê Îlonê li devera Dokukaya a girêdayî navçeya Qislê ya Dersimê hêzên me û leşkerên artêşa Tirk a dagirker rastî hev tên, li vir bi hêzên dijmin re şer rûdaye. Di vî şerî de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.

Hevrêyê me Bawer yê li dijî dijmin sîng bi sîng bi qehremanî şer kir şehîd ket. Nasnameya hevrêyê me yê şehîh ketî wiha ye;

Nasnav: Bawer Faraşîn
Nav û Paşnav: Sînan Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik - Bav: Fatma - Îzettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim / 9’ê Îlona 2017

LI MOTKÊ ŞER

27’ê Tebaxê li derdorî gundê Kaşka yê girêdayî naçeya Motkî ya Bedlîsê gerîlayên me û hêzên dijmin rastî hev hatine û li vir şer rûdaye. Di şerê li vir hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehate zelalkirin, 2 hevrêyên me yên ku bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin şehîd ketine.

Nasnameya hevrêyêm me yên şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Navdar Rûhat
Nav û Paşnav: Maşallah Înan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Aynûr – Mehmet Samîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs 27’ê Tebaxa 2017

 

Nasnav: Welat Norşîn
Nav û Paşnav: Umît Erez
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik - Bav: Hediye - Tahsîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs / 27’ê Tebaxa 2017