Gerîlayên HPG’ê li Amedê li yekîneya operasyonê dan

Gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Hindeşê yê Farqîna Amedê li yekîneya operasyonê dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 18’ê Cotmehê de li dijî qada Şehîd Kawa ya di navbera Hezro, Pasûr û Farqîna Amedê de operasyonek daye destpêkirin û li 38 gundan qedexeya derketina derve îlan kiribûn. Hêzên me di 19’ê Cotmehê de li nêzî gundê Hindeşê yê Farqînê yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û di saet 14.00’an de ji nêz ve li wan dane. Di vê yekîneya dijmin de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Operasyon di 20’ê Cotmehê de beyî ku bigihêje armanca xwe, bi paş ve hatiye kişandin.

Di 17’ê Cotmehê de hêzên me li Qisleya Dersimê ji Geliyê Hakîsê heta gundê Mozikê rastî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Hêzên me bi silametî gihiştine cihên xwe.

DI ÇALAKIYA GIRÊ KOORDÎNEYÊ DE LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di 27’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê li herêma Barzanê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me di vê operasyonê de li yekîneya li qada Adil Beg dane û di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin.

Di 22’ê Cotmehê saet di navbera 06.00-08.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Şehîd Rustem a Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.