Gerîlayên HPG’ê li Şirnexê çalakiya sabotajê li dar xistin

Gerîlayên HPG’ê li dijî wesayîta leşkerî ya transît a ku ji gundê Sêgirkê diçû Tabûra Sêgirkê çalakiya sabotajê hate lidarxistin û wesayît ji binî ve îmha bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Şirnex û Çelê agahî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de roja 2’ê Mijdarê di saet 17.20’an de li dijî wesayîta transît ya girêdayî hêzên dagirker ku li ser rêya tabûra Sêgirkê û gundê Sêgirkê yê Şirnexê bi rê ve diçû, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayît hate îmhakirin. Hejmara kuştî û birîndarên di wesayîta ku bi giştî hatî îmhakirin de nehate tespîtkirin.

Roja 5’ê Mijdarê saet di 15:00’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ya ku li girê Şehîd Cûdî yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku ji 2 aliyan ve çeperên artêşa Tirk hate lêdan, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespît kirin.”