Gerîlayên HPG'ê li Şirnex û Colemêrgê li leşkerên dagirker xistin

Gerîlayên HPG'ê li Colemêrg û Şirnexê li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"28'ê Mijdarê saet di 09:30 de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Tepê Xwedê yê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bû, çalakiyek pêk anîn. Bi derbên xurt, çeperek û konekî dijmin hatin îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin, leşkerek mir. Piştî çalakiyê hêzên dagirker obus û hawan avêtin derdorê.

28'ê Mijdarê saet di 12:00 de, li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bager ê li nêzî girê Koordîne yê navçeya Çelê Colemêrgê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Û obus û hawan avêt derdorê.

Roja 28'ê Mijdarê saet di 12:00 de, hêzên me li herêma navbera girên Sinek û Maymûn ên li navçeya Qilaban a Şirnexê, li leşkerên ku hewl didan kamerayên mobese bi cih bikin, çalakî li darxistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin."