Gerîlayên HPG'ê li Çelê lê dan: 11 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyeke sûîqestê de leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li gelemperiya Kurdistanê bi taybetî li Efrînê li pey dagirkeriyê ye, li navçeya Çelê hin çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla yên vê dawiyê, ev agahî hatin dayin:

"Roja 1'ê Sibatê saet 10:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bû, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi derbên xurt li konteynir û çeperên dijmin hate xistin û konteynir hate rûxandin. Ji leşkerên di vê konteynirê de bûn 10 hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê herêm bi obus û hawanan topbaran kir. Kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorky j herêmê rakir.

Roja 31'ê Çileya 2108'an saet 12'an hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Serêsêvê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Wekî din, roja 1'ê Sibatê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ji saet 18:00 heta 21:00 bombe li herêma Şehîd Rustem a Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand."