Gerîlayên HPG'ê: Em ê sala 2021'ê bikin sala rizgariya Rêber Apo

Gerîlayên HPG'ê roja 15'ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û helwesta xwe diyar kirin. Gerîlayan diyar kirin ku wê sala 2021'ê bikin sala rizgariya Rêber Apo.

Gerîlayên HPG'ê 15'ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pûç kiriye.

Gerîlayê HPG'ê Azad Mazdek qala komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd kir û wiha got: "Ev komploya ku li dijî Rêber Apo pêk hatiye ne tenê li ser Rêber Apo bû, di kesayeta Rêber Apo de li ser hebûna gelê Kurd û mirovahiyê hatiye kirin. Tevahî dewletên navdewletî dest dane hev û ev komplo bi rêk û pêk kirin. Bi vê yekê xwestin têkoşîna gelê Kurd û rastiya mirovahiyê têk bibin, lê Rêber Apo bi têkoşîn, berxwedanî û sekna xwe ev komplo pûç kirin û bû sedem em carek din li ser rêya heqîqet û azadiyê gavên mezin biavêjin. Ji ber wê jî hemû dewletên dagirker bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û dewleta Tirk yê ku rola cerdevantiyê di vê planê de dilîze, li hember wan hem têkoşîna gerîla û hem ya gel pêş ket."

Gerîlayê HPG'ê Azad Mazdek di dewama axaftina xwe de bang li gel kir û wiha domand: "Em bang li tevahî gelan dikin ku yên di dilê wan de agirê azadiyê hiltê û yên ku dixwezin ber bi azadiyê ve bimeşin û dixwazin hebûna xwe biparêzin, li hemberî komploya li dijî Rêber Apo hatiye meşandin û hîn jî dewam dike, bêdeng nemînin û nehêlin dewletên dagirker êrîşî hebûna wan bikin."

Gerîlayê HPG'ê Azad Mazdek behsa helwesta gerîla a li dijî komployê kir û wisa got: "Em gerîlayên azadiya Kurdistanê fedayiyên Rêber Apo ne, her tim em soza xwe dubare dikin ku em ê vê komployê pûç bikin û em ê li hember êrîşên dagirkeran bisekinin û li hember îxanetên navxweyî de yê ku ji milê hinek aliyan pêk tê helwesta xwe diyar bikin û em ê planên wan pûç bikin. Em ê siya faşîzmê ji ser axa Kurdistanê rakin.”

Gerîlayê HPG'ê Azad Mazdek di dawiya axaftina xwe de soza bilindkirina têkoşînê da û got: "Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe her bilind bikin, heya ku henaseyek di me de hebe ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin û em ê ji pêngava ku KCK'ê daye destpêkirin ya 'Dem Dema Azadiyê ye' re bibin bersiv û em ê sala 2021'ê bikin sala azadiya Rêber Apo."

'TÊKOŞÎNA RÊBER APO JI BO GELÊ KURD ZINDÎBÛNEK BÛ'

Gerîlayê HPG'ê Kerem Gabar di derbarê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: "Têkoşîna Rêber Apo ji bo gelê ku hatiye tune kirin û bi komkujiyan re rû bi rû maye û her hatine dagirkirin, gelên ku li Çiyayê Agirî hatibûn betonkirin, ji bo wan ew beton şikandin bû û careke din ji bo wê gelî şiyarbûnek û zindîbûnek bû. Bi têkoşîna Rêber Apo tevahî cîhan hate hejandin û zindî bû. Rêber Apo hem gelê Kurd hem jî tevahî cîhan careke din xist rêya jiyana rast, ev yek jî zora dewletên ku Kurdistan dagir kirine bir, ji ber wê jî di roja 15'ê Sibatê de komployek navdewletî plan kirin û Rêber Apo dîl girtin."

Gerîlayê HPG'ê Kerem Gabar helwesta gerîla ji bo vê rojê anî ziman û got: "Em gerîlayên Kurdistanê li hember roja 15'ê Sibatê her tim têkoşîna me bilind bibe, wê rojên me bi dîtina Rêber Apo her tim mezin bibe, ev soza bi hezaran gerîlayan e. Heya ku em serketinê misoger nekin em ê ti carî rehetiyê qebûl nekin."

'NÊRÎNÊN RÊBER APO BÛ RONAHIYEK JI BO ROJHILATA NAVÎN'

Gerîlayê HPG'ê Xebat Rojhat di destpêka axaftina xwe şehîdên 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' bi bîr anî û qala dîroka komployê kir û wiha got: "Komployê navdewletî esas di 6'ê Gulana 1996'an dest pê kir, bi êrîşeke sûîqestê, êrîşî Rêber Apo kirin û xwestin Serok Apo bêbandor bihêlin. Lê ev êrîş bê encam bû. Bersiva vê êrîşê jî bi çalakiya canbexşane ya hevrê Zîlan hate dayîn. Ji wê demê ve pêvajoyek nû ya têkoşînê dest pê kir û heya 9’ê Cotmeha 1998'an dewam kir. Bi derketina Rêber Apo a ji Rojava ber bi Ewropa ve tevahî dewletên hegemon cihê xwe di vê komployê de girtin û Rêber Apo dîl girtin."

Gerîlayê HPG'ê Xebat Rojhat qala berxwedana ciwan û gelê Kurd a ku bi têkoşîna xwe xwestin bibin bersiv ji komployê re û wisa dewam kir: "Li dijî komploya navdewletî ciwanên Kurd xwe kirin xelekek ji agir û li derdora Rêber Apo xwe pêçandin. Bi sedan ciwanên Kurd ji bo Rêber Apo bedena xwe xistin nav agir û çalakiyên cûrbecûr hat pêkanîn. Berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê hemû hesabên dijmin pûç kir û komplo bê encam hiştin. Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo tevahî civakên Rojhilata Navîn ronahiyek bû. Di wê demê de dewletên hegemon dixwestin projeya xwe ya wek Iraq û Efganistanê li Kurdistanê jî pêk bînin, lê têkoşîna PKK'ê li beramberî wê bû asteng. Her wiha nêrînên Rêber Apo siyasetên dijmin pûç kir."

Gerîlayê HPG'ê Xebat Rojhat di dewama axaftina xwe de qala pêvajoya piştî komployê kir û got: "Piştî ku komplo pêk hat pêngavên cudatir hatin destpêkirin. Nêzîkatiyên Rêber Apo di asta çareserkirina siyasî nirxandin bû û dest bi pêvajoyek nû a têkoşîna gelê Kurd kir."

Gerîlayê HPG'ê Xebat Rojhat behsa armanca komployê kir û wiha domand: "Dewletên hegemon dixwestin bi dîlgirtina Rêber Apo carek din gelê Kurd têk bibin û dixwestin ji bo Rêber Apo wek Şêx Seîdan siyaseta darvekirinê pêk bînin. Armanca komployê ev bû ku Rêber Apo bêbandor bihêlin û projeyên xwe yên ser Rojhilata Navîn pêk bînin."

Gerîlayê HPG'ê Xebat Rojhat di dawiya axaftina xwe de helwesta xwe ya li hember komployê diyar dikir û wiha got: "Bila dijmin baş bizane ku ti hêz nikare fikra me bin pê bike, ji ber ku fikr û ramanên Rêber Apo di tevahî cîhanê de hatiye qebûlkirin. Dijmin çi dike bila bike gelê me di berxwedaniya xwe de bi israr e, milîtanên fedayiyên Rêber Apo di têkoşîna xwe de bi israr in û ti kes nikare hebûna me tune bike. Ramanên me zel in, fikra me zelal e, em milîtanên Rêber Apo ne, gelê me jî vê yekê dizane û di dilê xwe de hîs dike. Em îro li beramberî ti kesî çok natewînin, berxwedana me ji Kemal Pîran Mazlûm Doganan dîtiye îro hemû gerîlayên azadiyê wê berxwedaniyê didomînin. Sala 2021'an wê bibe sala serkeftinê û wê bibe sala Rizgarkirina Rêber Apo ji destê dijmin. Jixwe ti kes nikare di milê fikir de Rêber Apo dîl bigire ji ber wê jî xeta Rêber Apo û ya gerîla zelal e û gerîla jî wê her li ser wê xetê bin. Em di têkoşîna xwe de bi israr in û em ê Rêber Apo azad bikin, bi azadiya Rêber Apo re tevahî gelên bindest wê azad bibin."