Gerîlayên HPG'ê: 15'ê Tebaxê bû navê jiyana nû

Gerîlayên HPG'ê yên Şengalê diparêzin gotin, "Fîşeka destpêkê ya li Gabarê ji aliyê hevrê Egîd ve hate teqandin, gelê Kurd hişyar kir. Gel hem rastiya xwe, hem jî ya dijmin baş nas kir."

Gerîlayên HPG'ê yên Şengalê diparêzin gotin, "Fîşeka destpêkê ya li Gabarê ji aliyê hevrê Egîd ve hate teqandin, gelê Kurd hişyar kir. Gel hem rastiya xwe, hem jî ya dijmin baş nas kir."

'WEZÎFEYA ME YE KU EM LI SER ŞOPA HEVRÊ EGÎD BIMEŞIN'

ROJHAT FEDAKAR MAKÛ: Em di salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ne. 15'ê Tebaxê ji bo hemû tevgerên şoreşger bû hişyarbiyek. Bandor li ser hemû ciwanên li Kurdistanê kir. Di şexsê hevrê Egîd de artêşeke gelê Kurd ava bû. Gelek şoreşgerên enternasyonalîst cihê xwe di nava vê artêşê de digirin. Em weke endamekî HPG'ê, weke şervanekî hevalê Egîd, li ser bingeha îdeolojîk û leşkerî ji bo armancên me çi divê em wê dikin.

'15'Ê TEBAXÊ HIŞYARBÛNA KURDAN E'

EVÎNDAR CÛDÎ CÎZRE: Beriya Pêngava 15'ê Tebaxê têkildarî hebûna Kurdan tiştek tine bû. Hişmendiyek tine bû. Bi fîşeka destpêkê ya di pêngava 15'ê Tebaxê de hate teqandin re, hişmendî û hebûna Kurdan derkete holê. Kurd hişyar bûn. Bi taybetî heta 15'ê Tebaxê hebûna jinan ne diyar bû, rola xwe tine bû. Bi taybetî di şexsê Rêbertî de hewl didin gelê Kurd bixin nava tecrîdê. Ji bo bi ruhê hevalê Egîd tevlî nava têkoşînê bibin û ji bo serketinê çi divê, lazim e em wê bikin.

'AFIRÎNERÊ BERXWEDANA ŞENGALÊ RÊBER APO YE'

ERDAL BAGOK: 15'ê Tebaxê weke encama berxwedanekê derkete holê. Kurdan di şexsê hevalê Egîd fermandarê pêşeng ê Pêngava 15'ê Tebaxê de xwe îfade kir. Ev berxwedan hê dewam dike. Artêşa me ku sala 1984'an ava bû, roj bi roj mezin dibe. Ev yek bi saya felsefeya Rêberê me û têkoşînê ye. Weke berhemeke 15'ê Tebaxê gelek destketî afirîn. Dema mirov li Şengalê dinerin, dibînin ku esas herî mezin temsîl dike. Çeteyên DAIŞ'ê xwestin vî gelê qedîm tine bike, lê belê gelê me li ber xwe da. Gel û gerîla bûn yek û li Şengalê bi ser ketin. Haya gel ji rastiya xwe çêbû. Di nava şert û mercên herî giran de li gel gerîla tevgeriya. Bi hev re li ber xwe dan, bi hev re berdêlên mezin dan.

'15'Ê TEBAXÊ PÊŞKETINA BERXWEDANA JINÊ BÛ'

GULAN AMÛDÊ: Bi 15'ê Tebaxê re hêza gelê Kurd derkete holê. Weke bersiv li berxwedana zindanê, Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat. Fîşeka destpêkê li Gabarê di şexsê hevalê Egî de hate teqandin. Vê yekê gelê Kurd hişyar kir. Gel hem rastiya xwe, hem jî ya dijmin baş nas kir. Piştî 15'ê Tebaxê, berxwedana gelê Kurd derkete holê. Ji bo têkoşîna hevalên jin, bû bingehek. Bi her awayî tevgera azadiyê ya jinê artêşa xwe, rêxistinbûna xwe ava kir. Bi saya Bêrîtanan, Zîlanan, di encama berxwedanê de ev derket holê. Bi 15'ê Tebaxê re ji bo gelê Kurd hêviyek afirî.