Gerîlayên efsaneyî

Li ser vê axê hin kevneşopî hene ku ji aliyê efsaneyan ve hatine afirandin. Efsane xwedayî ye, afirînerê xwe mirov e. Mîna Egîd, Nûda, Erdal, Bedran, Reşît, Adil, Azîme û Zelal...

Ramazan Kaplan, Mûstafa Yondem, Ahmet Guler, Şêxmûs Yîgît, Abdûrrahman Motor, Abdûllah Avci, Binevş Egal, Zelal Botan, Adil Bilikî, Azîmeya Mezin, Hanim Yaverkaya, Sabrî Gozubuyuk, Xelîl Dêrik, M.Emîn Aslan, Mehmet Sevgat, Reşît Serdar û bi hezaran gerîla bi ked, bîr û çalakiyên xwe bûn bingeha tevgera PKK’ê.

Me ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan pirsa fermandar û şervanan kir ên ku li Kurdistanê bûne efsane. Me xwest yeko yeko bibêje. Karayilan got ku, “Ewqas qehreman hene, mirov nizane qala kê bike. Min bi tenê ne fermandarên salan, şervanên qehreman ên nû jî dîtine û ez bûme şahidê cesareta wan. Qalkirian wan karekî gelekî dijwar e. Ji ber vê jî ez zû bi zû nakevim nav van mijaran, ji ber ku ez dizanim ez ê nikaribim heqê wê bidim.”

Karayilan got ku, “Wê ne mumkun be ku mirov bi carekê re qala bi hezaran qehremanan bike” û qala çend fermandar û şervanan kir.

Celal Hoca (Ramazan Kaplan): Mamoste bû. Eleqeya wî li ser dîrokê hebû, ji bo lêkolîlên dîrokî li gelek qadên Kurdistanê geriyabû. Ji Bismila Amedê bû. Di sala 1980’yî de di nav koma Semsûrê de bû. Di Gulana 1981’ê de li Lubnanê li kampê dersa dîrokê da me. Rêbertî jî hatibû û li beşeke wê guhdarî kiribû. Heval Ramazan dîroknas bû, di nav me de herî zêde wî bi dîrokê dizanibû. Di nav komên pêşîn de cih girt, li Şemzînanê têkoşiya. Piştre li Xerzanê hate peywirdarkirin, fermandariya eyaletê kir. Bi awayekî birîndar kete destê dijmin, ji devê xwe birîndar bûbû û nikaribû biaxiviya. Dijmin pênûs û kaxiz dabû wî û dixwest ew cihê komên din binivîse. Celal Hoca tenê hevokekê dinivîse, “Ez ê li ber xwe bidim.’ Fermandarekî wisa bû. Bi biryar bû, têkoşer bû. Li dijî dijmin qehremantiyeke mezin nîşan da û gihişt şehadetê.

Erdal (Mûstafa Yondem): Gelek taybetiyên wî hebûn, ez nizanim ez qala kîjanê bikim. Yekî çavreş û ruhekî êrîşkar pê re hebû. Fermandarekî wisa bû ku heval Egîd temam dikir. Di çalakiya Dihê de, fermandarê êrîşa li dijî qereqolê ye. Di nava du deqîqeyan de nobedarê pêşiya nîzamiyeyê tasfiye dike. Piştî bêbandorkirina katê yekemîn diçe katê duyemîn. Kesekî wisa bû ku di warê êrîşê de zêde jîr bû.

Di sala 1979’an de, dema ez ji bo peywirekê li Dîlokê bûm, li Duztepeyê em bi hev re bûn, kesek hate ba me, zarokek jî pê re bû. Li kesekî bi navê Îbrahîm Parlak dipirsîn (Îbrahîm piştre firar kir, gotin niha li derveyî welat e). Kesê ku hatibû birayê Îbo bû, parêzer bû û zarok jî birayê wî yê biçûk bû. Dixwestin birayê xwe bibînin û bibin malê. Heval Mûstafa nas dikirin jê pirsîn “Ka Îbo li ku ye, em dixwazin wî bibînin” zarokê biçûk jî got ku, “Ew gomlekê li ser te, yê Îbo ye” Heval Mûstafa jî got ku, “Rast e, min çend roj berê ew dît, lê niha nizanim ew li ku ye.” Ji xeynî taybetiyên wî yên leşkerî, di warê qanihkirinê de jî jîr bû.

Mahîr (Ahmet Guler):  A rast ez wî baş nas nakim. Di dawiya 1989’an de Rêbertî, peywira rêveberiyê betal kiribû. Rêbertî Ahmet Guler li fermandariya gerîla ya li nava welat ango berpirsê giştî peywirdar kir. Li vê derê tişta balkêş, Rêbertî ew nedîtibû. Di dema vekişandinê de tevî heval Îdrîs vedikişin Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku li wê derê perwerdehiyê dibînin, dîsa vedigerin welat. Ango ji aliyê Rêbertî perwerde nebûbû. Ligel vî tiştî jî Rêbertî ew wezîfedar kir, hevalekî cesûr bû û pratîkeke wî ya balkêş hebû, di raporan wî de derdiket holê. Ligel ku Rêbertî hemû namzetên fermandariyê nas dikir got “Bila Mahîr bibe berpirsyar”. Di demê de heval Mahîr bû berpirsê nava welat.

Harûn (Şêxmûs Yîgît): Çi beriya salên 1980’î û çi jî piştre di karên giran de xebitîbû. Di Gulana 1989’an de ji bo welat, ji bo berpirsyariya giştî heval Şêxmûs hatibû peywirdarkirin. Pêvajoya sala 1989’an di bin berpirsyariya wî de hate birêvebirin. Hevalekî wisa bû, bêtir girîngî dida pratîkê, pîvanên wî li gorî pratîkê bû. Li gorî xetê ye yan na, zêde li vî tiştî nedihinêrî. Tekane qelsiya wî ew bû. Lê bi cesaret û hezkirina xwe bi rastî jî fermandarekî hêja bû. Fermandarekî wisa bû ku bawerî dida her kesî/ê.

Abdûrrahman Motor: Bi cesaret û giyanê xwe yê leşkerî derketibû pêş. Fermandarekî wisa bû. Di salên 1986-1987’an de perwerdehiya Rêbertî stendibû û li ser wî esasî vegeriyabû welat. Piştre dijmin navê wî derxist pêş. Di 18’ê Gulana 1987’an de li ser navê Eniya Berxwedanê ya Yekbûyî ya li Dijî Faşîzmê me xwest em tevî THKP-C’yê biavêjin ser qereqoleke Reyhanliyê. Piranî hêz ên me bû, li ser navê ‘Acîliyan’ jî 3 kes beşdar bûbûn. Tevgera Aciliyan em biribûn wê derê, ji ber ku wan ew der nas dikirin û têkiliyên wan hebû. Keda heval Mîraç Ûral jî hebû, ew jî tevî me hatibû keşfê, li gundekî li benda me ma. Heval Abdûrahman Motor jî di wê komê de bû. Ji ber ku kadroyê Botanê bû, me ew nexistibû koma êrîşê. Ew di koma parastinê de mabû. Lê bi tecrube, metanet û biryardariya wî di wê çalakiyê de derketibû pêş. Bi gewdeyê xwe yê girs, bi heybet bû.

Salih (Abdûllah Avci): Ji destpêkê ve ji Mêrdînê beşdar bûbû, di zemîna Mêrdînê de beşdarî pratîkê bûbû, xwediyê barên giran bû. Ji ber pratîka xwe ya li Balyas û Lubnanê ya demekê rexneyên giran lê hatibû girtin. Lê gelekî girêdayî Rêbertî û xeta wî bû. Di şexsê heval Salih de mirov dikare helwesta Rêbertî ya ji bo hevalbûnê bibîne. Rêbertî ji ber vê pratîka wî ya Lubnanê gelekî rexne li wî girtibû, lê piştre ew kir Fermandarê Eyaleta Mêrdînê. Ji ber ku li ba Rêbertî baweriya ji bo rêhevaltiyê gelekî kûr bû. Dema ku Fermandarê Eyaleta Mêrdînê bû di dawiya sala 1989’an de li Stewrê tevî 9 rêhevalan şehîd bû. Li Kurdistanê serhildana pêşîn a gel di merasîma veşartina cenazeyên van hevalan de çêbû. Kamûran Zana yê ji Nisêbînê jî di nav wê komê de bû. Zinarê ji Hebizbinê yê ku hevalekî kevn bû, ew jî di nav wê komê de bû. Cara pêşîn merasîma cenazeyê van hevalan bi awayekî girseyî hate kirin. Vê helwesta gelê Nisêbînê bû destpêka serhildanê.

Bêrîvan (Binevş Egal): Taybetmendiya wê ya herî beloq ew bû ku pir zeraq bû, xwedan helwesteke leşkerî bû. Bi salan li qada Rêbertî, li Rojava ji bo gel têkoşiya. Hêza wê a propaganda û qanihkirinê hebû. Her wiha xwedî zîrekiya leşkerî jî bû. Jixwe di pratîka Cîzîrê de bi heval Adil Aslan (Baran) ev hêza xwe jî nîşan da. Bi heval Baran re li Cizîrê peywiradar bûn. Hem bûne xwedî rola propaganda, çalakî û rêveberinê. Heval binerş dara peşî ew milîtana jin bû ku li ber gel bû efsane. Hê dema ku dijiya li Cizîrê efsane bû. Dema ku şehîd bû ewliya hate hesibandin. Biryardarî, wêrekî, zeraq û çalakvaniya wê û şêwaza wê ya xîtabê û propagandayê bandoreke mezin li ser gel kiribû. Piştî şehîdbûnawê di serî de li Botan û Mêrdînê li hemû Kurdistanê bandora wê pir mezin çêbû. Bi koman tevlî nav refan dibûn. Pêşî jin kêm bûn, piştre ji zanîngehê û mezûnên lîseyê gelek hevalên jin hatin. Hevalên jin ên bîrewer, ên ku li dijî zextên civakî red dikirin hatin. Lê şehîdbûna heval Bêrîvan, ew pratîka wê, piştî ku bû efsane û şehîd bûn zêdetir bandora li ser civakê û jinê kir. Piştre bi koman jin hatin. Zemîna artêşabûna jinê wiha hate danîn.

Leyla (Sultan Yavûz ) û Hava (Hanim Yaverkaya): Du hevalên jin bûn ku ji welatparêziya Hîlvanê dihatin. Jixwe herdu bi hev re sala 1980’î ji derveyî welêt tevlî nav refan bûn. Hevala Sultan Yavûz hevaleke jin a dînamîk û zeraq bû. Temsîla berxwedêrî û niştimanperweriya Hîlwanê bû. Dilsozê rêxistinê bû, aram bû, xwînşîrîn bû û xwedana sekneke milîtan bû. Hevala Hanim Yaverkaya jî hinekî cuda bû, hêla wê ya leşkerî zêdetir li pêş bû. Jixwe yek ji wan hevalên jin ên pêşî bû ku li Botanê şehîd bûbû. Piştî heval Sultan, di pey re Çîçek Selcan (Rûken) li Botanê û Gabarê şehîd bûn. Van hevalan weke şehîdên pêşî yên jin şopa xwe hiştin. Her wiha heval Saadet hebû, li Bestlerê şehîd bû. Van hevalan bandorkee mezin li ser civakê kiribûn. Di guherîna radîkal a civakê de, di pêkhatina şoreşa jinê de ev milîtanên qehreman xwedî cihekî girîng in.

Azîme: Di danîna hîmê artêşbûna jinê de yek ji wan hevalan bû ku xwedî roleke girîng bû. Hevalan jê re ‘Azîmeya Mezin’ digot. Heval Azîme he li Lubnanê di nav koma jinan de bi zeraqî û sportmeniya xwe derdikete pêş. Dema ku mamoste bû tevlî nav refan bûbû. Hemû xabatên sportîf ên mêran dikir. Ji hêla fizîkî ve û giyanî ve di leşkervaniya wê de kêmasî neBû. Di pêvajoya şerê Başûr de performansa ku nîşan dayî ji bo leşkerîbûna jinê û fermandarbûna wê mînaka pêşî ya balkêş e. Bi taybetî di berxwedana Heftanînê de bi fermandariyê li eniyên pêş bû, zîrektiya wê ya ku di rêveberiya şer de nîşan dayî hêjayî pesinandinê ye. Dema ku şehîd bû, li Herekolê bi heval Xelîl Dêrik re bi berxwedaniyeke ku dijmin têk bibin, nehiştin dijmin têkeve Herokolê li ber xwe dan. Fermandara qadê bû. Bandora helwesta efsanewî ya heval Bêrîvan a li pratîka Cizîrê û şehîdbûna wê, bi vîna ku heval Azîma demeke dirêj li çiya mayî û di artêşbûna jinê de nîşan dayî bû zemîna artêşbûna jinê.

Zelal Botan: Rêbertî jê re keça Botanê digot. Şopdarê Azîmeyan bû. Weke heval Azîme bêyî ku cihêtiyê bixe nav mêr û jinan bi pratîka xwe ya rêberiyê, bi helwesta xwe, xwe dida qebûlkirin. Hê xebatên artêşbûna jinê ava nebûbûn, van hevalan bi ked, wêrekî û vîna xwe bûne hîmê artêşbûna jinê. Ji bo vê jî wê rast be ku em heval Zelal Botan bi bîr bînin.

Ozan Mizgîn: Di têkoşîna me de xwedî gelek taybetmendiyên erênî bû ku di têkoşîna me de diyar bûbû. Hin hêlên wê dikarin werin rexnekirin lê dilsozê xeta Rêbertî bû. Xwe weke zarokê tevgerê didît, ev taybetmendiyeke wê ya serke bû. Bi Otomatîk Mervan, Xeyrî Riha û Kendal Dêrik re  mudahele li Garzanê kirin. Heval Mizgîn bêtir li bajêr û hevalên dî jî bêhir li Garzanê bi rengê fetîhê pratîk nîşan dan. Ji ber ku li Garzanê me gelek şehîd didan û herêm tasfiye dibûn. Mînak Mutkî mînakeke vê ye. Herî dawî heval Delîl Xalfetî û Hasan li Garzanê sax man û xwe gihandin Kongreya 3’an. Piştî kongreyê ev heval ji bo ku qad nas dikirin dîsa çûne Garzanê û fedekariyeke mezin nîşan dan. Hevalê Hasan li wir û hevalê Delîl Xalfetî jî 1999’an li Mêrdînê, Nîsanê, ku ji bo xebatekê hatibûyê, li Bagokê şehîd bû.
Heval Delîl 1983’an li Garzanê di nav yekîneya pêşeng de bû. Piştî şehîdbûna van hevalan Garzan hatibû girtin. Piştî Kongreya 4’an heval Mizgîn, Otomatîk Mervan, Xeyrî û Kendal mudaheleyî wir kirin û qad vekirin. Bi vî rengî li Garzanê serdemek dî dest pê kir. Lê ji ber bêsidûdiyekê yek bi yek ev heval şehîd bûn. Heval Mizgîn tenê mabû lê ew li bajêr bû. Rêbertî Kemal Sipêrtî û Mizgîn weke fermandarê eyaletê peywirdar kir. Peywira bi ser hev de anîna eyaletê û rêveberina wê dane ser milê xwe. Jixwe heval Mizgîn carinan li bejahiyê û carinan li bajêr xebat dikir Li Tetwanê, dema ku bi ser malê de girtin, ku ew jî li wir bû bi demanceya xwe xwe şehîd xist û nîşanî her kesî da bê ka fedaîbûn çiye. Sedema ozanbûna heval Mizhîn ew bû ku hem dengê wê xweş bû hem jî  bi gelek taybetmendiyên xwe hevrêyeke xweşik bû.

Cuma Bilîkî: Li Botanê hevalê Egîd dîtibin û nedîtibin jî gelek rêçdarên fermandar Egîd hebûn. Yek ji van jî heval Cuma Bilîkî bû. Di hêla rêveberina hêzande, sewqkirinê de, di xistina armancan û fethkirinê de fermandarekî mînak bû. Pratîka çalakgerî ya ku nîşan dayî jî mînaka vê ya herî baş bû. Li dijî êrîşên dijmin weke dêwekî radiwestî. Li eniyê çendî asê bibûya jî,  di nav şer de xwedî wê helwstê bû ku dikarîbû xwe û hêza xwe biparêze, ji nav derkeve û wêrek bû.

Adil Bilîkî: Ew û heval Cûma ji heman gundî bûn. Dişibiyan hev. Heval Cûma jî bi dildarî tevlê bûbû lê heval Adil bi qanûna leşkerî hatibû. Hê biçûk bû; demeke dirêj ji bo ku vegere israr kir. Lê piştre her ku rêxisin nas kir pê ve hate girêdan. 1988-89’An li Botanê di çalakiya êrîşa Cûdî de fermandarî kir. Her ku çû rayeya wî ya rêveberiyê û rêveberinê pêş ket. Di Kongreya 5’an de bû Endamê Zêde yê Komîteya Navendî. Wê demê temenê wî hate nîqaşkirin; hê 21 salî bû. Hevalekî got Fatîh Sultan Mehmet jî di 21 saliya xwe de Stenbol standibû, ev heval jî di 21 saliya xwe de ji bo endamtiya Zêde ya Komîteya Navendî hatiye hilbijartin, ne zêde ye. Fermandarekî wiha bû ku bi giyanê êrîşbirinê bû, wêrek bû û armanc bi dest dixistin.
Heval Reşîd Serdar hebû ku şopdarê wî bû. Ji ber ku yek ji wan hevalan bû ku di dema dawî de herî pir pêngavên fermandariyê davêt. Di pêkanîna pêngavên mezin de û di rêveberinê de xwedî vîneke qeyîm bû. 2012’an afirîner, pekanîner û fermandarê pêngava Şemzînanê bû. Rîsk dida ber çavan. 18’ê Mijdara 2012’an liqada Xapûşkê bi çeka xwe ya bi dijmin re ji mesafeya nêz şer kir, ji bo ku bibe mînaka hin tîpên fermandariyê ku pir rexne lê dianî bi lehengiyeke mezin şehîd bû.

Bedran (Mehmet Sevgat): Çalakiyê Dihê ya ku çalakiya me ya pêşî bû hevrê Egîd, Mustafa Yondem û Mehmet Sevhat pêşengî jê re kiribûn û pêk anîbû. Jixwe du baskên êrîşê hebûn: Yek ji bi fermandariya heval Erdal û a dî jî bi fermandariya heval Bedran pêk hat. Di pêvajoya konferansê ya 1981’an de em bi rengê koman li hev civiyan û me nîqaş kir. Rapora polîtîk dihate xwendin û nîqaş dihatin kirin. Heval Bedran zêde tevlê nedibû; piranî li derve digeriya. Rojekê Rêbertî bi rengekî bêdeng nêzî wî bû û gotiyê, ‘’Bedran, tu bi çiyê xwe bawer î?’’ Hevalê Bedran jî got, ‘’Ez ji dilê xwe bawer dikim’’. Rêbertî jê hez dikir. Baweriya bi dilê wî û wêrekiya wî li pêş bû. Piştre li pratîka Botanê ev nîşan da. Kana qeyîmbûnê, wêrekiyê û moralê bû, çareserî ji her tiştî re didît, nav li her deverê dikri. Li Botanê yê ku nav li gelek devera kirî heval Bedarn bû. Bi van taybetmendiyên xwe di fermandariya gerîla de bû xwedî cihekî beloq.

Xelîl Dêrik: Bi heval Azîme re dema ku fermandariya qada Garisa dikir şerekî giran bûbû û windahî çêbûbû. Li gel vê jî nêzî 300 hevalên ku di civîna nirxandina sala dawî de pêşniyar kirin ku heval Xelîl Dêrik were xelatkirin. Bi giştî li devereke ku zehmetî hebin fermandariya hêzê rast nayê dîtin, lê hin kêmasî têne dîtin. Lê ji bo heval Xelîl ev rewş çêbû.
Sabrîn (Emîn Aslan): Din nav yekîneyên pêşî de bû. Dema ku Fermandarê Eyaleta Mêrdînê bû şehîd bû. Hê di pêvajoya avabûna komî de tevlê Bûbû, fedekarî kiribû. 1980’yî li Mêrdînê mohra xwe danîbû, bi fedekariyeke mezin tevlê bûbû. Di şertên herî dijwar de hêza xwe diparast, bi cih dikir û dixist tevgere de, fermandarekî pêşeng bû.

Erdal (Engîn Sîncer): Hevalekî wiha bû ku di nav têkoşîna me de xwedî giyanekî şervan bû, yek ji wan mînakê balkêş bû ku di xeta Rêbertî de fermandarbûn dabû ber xwe. Hem di siyaaetê de û hem di dîplomasiyê de zîrek bû. Hevalekî wiha bû ku bi giştî di qada leşkerî de bêhtir serê xwe diêşand, teqtîkên nû pêş dixist, di vê mijarê de bibiryar bû, bi hêza xwe ya hişî taktîkên ku berê kesî neceribandî pêk dianî. Bi taybetî li qada Gabarê pratîka vê kir,bi hêza taktîkê bi ser dijmin de çû û çek ji ser dijmin rakir. Bi vê pratîkê diyar bûye ku ew jî rêçdarê Egîdan e.

Weke Xebat Dêrik, Azad Sîser, Baran Drsim, Mehmet Goyî, Nûda Karker, Çîçek Kiçî, Rojîn Geda, Bêrîtan û Zîlanan gelek heval hene ku bûne xwemalî dîrokê. Xebat Dêrik li Botanê di şertên herî dijwar de, di geşkirina gerîl de, bi dijmin re 100 carî şer kiriye. Her wiha heval Çekdar Amed ku bi wêrekî û fedekarî helwest nîşan dida, dîsa heval Gelhat, sembola berxwedana Kobanê, bi giyanê şervaniya berz fermandarê fedayî bû heval Gelhat, Çiyager û Zeryan û Xebatkarên ku bi wêrekî û taktîkên xwe di berxwedana bajaran de derketin pêş, heta bi Mehmet Tûnc û Asya Yûkselan bi hezaran şoreşgerên pêşeng hene ku bûne sembola welatparêziyê û sembol. Em wan hemûyan bi bîr tînin û soza xwe dilsoziyê ya bi wan re dubare dikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA