Gerîlayên doktor: Encama karê me siberojeke azad e

Gerîlayên doktor gotin, "Em hêza xwe, moralê xwe û serketina karê xwe ji hevaltiya PKK'ê digirin."

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di her warî de xwe birêxistin kirine û li çiyayên Kurdistanê bi jiyana xwe ya azad karê xwe bi rêk û pêk dikin. Me jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Zagrosan bi gerîlayên doktor re hevpeyvîn kirin. Gerîlayên doktor gotin, "Em hêza xwe, moralê xwe û serketina karê xwe ji hevaltiya PKK'ê digirin."

'EM HEM ŞOREŞGER IN HEM JÎ KEDKARÊN TENDURISTIYÊ NE'

Doktor Delal Arîn diyar dike ku di vî karî de ew hesta hevaltiyê bi awayekî kûr hîs dikin û wiha didomîne, "Hesta me pir cuda ye. Di vî karî de mirov zêdetir hevaltiyê hîs dike. Dilsoziyeke cuda di  navbera me û hevalên nexweş de çêdike. Hêz û îradeyeke mezin ava dibe. Em hem gerîla ne hem şoreşger in û  hem jî kedkarên tenduristiyê ne. Bi hev re temsîlkirina van nasnameyan ji bo min rûmeteke mezin e. Ji bo şoreşê bikaranîna van nasnameyan mirov xurttir dike. Dema mirov hêz û baweriya hevalên xwe dibînin,  berpirsyariya mirovan mezintir dibe. Em jî dixwazin layiqê vê bin."

'HEVALTÎ NIRXA HERÎ MEZIN E'

Doktor Birûsk Dogan dibêje, tişta herî girîng ew e ku ew hevalên xwe rizgar bikin: "Dema di qadên şer de heval birîndar dibin, armanca me ya yekemîn ew e ku em di serî de hevalên xwe ji rîska şehadetê xilas bikin. Ev tenê ne erkeke fermî ye, em  ji Rêber APO fêrî vê bûne. Ji bo me hevaltî beriya her tiştî ye. Hevalekî me yê doktor navê xwe Xebat hebû. Ew heval ji bo hevalekî birîndar biparêze bi xwe şehîd bû. Ev der jî qada Zagrosê ye, qadeke ku tê de her tim şer diqewime. Karê me yê sereke dermankirina hevalên birîndar e. Li gorî şert û mercan em hevalên xweş tedawî dikin."

'KEDA RÊBER APO Û ŞEHÎDAN HÊZÊ DIDE ME'

Doktor Delîl Tolhildan balê dikşîne li ser keda Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgera azadiyê û dibêje; "Tevgera me bi keda Rêber APO û şehîdên me mezin bûye û hîmê xwe yê jiyanê jî ji keda wan digire. Ji ber vê yekê em hemû hêza xwe, vîna xwe ji vê rastiyê digirin. Hevalên me bi her qada jiyanê ve bi awayekî xurt girêdayî ne. Ji ber ku hevaltî ji bo hemû gerîlayan desteka herî mezin a manewî ye. Em jî di heman demê de ji hevalên xwe hêzê digirin û serketina me ya kar jî ji hevaltiyê tê."

'EM BI KARÊ XWE XIZMETA ŞOREŞÊ DIKIN'

Doktor Aras Sîverek ji bo karê doktoriyê dibêje, ew xizmeta şoreşê dikin û wiha pê de diçe, "Armanca me ya yekemîn ew ku em ji birînê hevalên xwe re bibin derman. Li qada Zagrosê ku her tim şer diqewime, em jî bi karê xwe destek didin hevalên xwe. Wekî gerîla em her tim têkoşîna xwe xurt dikin û ji bo jiyaneke azad dixebitin. Em ji vîna ku hevalên me nîşan didin hêzê digirin. Di navbera me û hevalên me de hesteke xurt çêdibe. Bêguman em her hêza xwe, baweriya xwe ji felsefeya Rêber APO digirin. Jiyaneke me ya kolektîf heye û em her tiştî par ve dikin."

'HER TIŞT JI BO HEVALTIYÊ YE'

Gerîlaya doktor Devrîm Sozdar dibêje karê wan ji bo siberojeke azad e û wiha didome; "Tevgera me xwedî dîrokeke ji 40 salî ye. Bi derfetên gelekî biçûk xwe ava kiriye û niha jî xwedî gelek saziyan e. Caran em li nexwaşxanê hevalan tedawî dikin, caran diçin eniyan li gel hevalan, caran heval giran birîndar dibin, caran jî sivik lê beriya her tiştî tişta ku em hîs dikin hevaltî ye. Armanca me ew e ku em hîn zêde ji bo tevgerê kar bikin. Serok APO hîn zêde fêhm bikin, têkoşînê hîn zêde xurt bikin. Ji bo jiyana azad a bi Rêber Apo û gel re, divê em hîn bêhtir kar bikin."