'Gerîlayek bi tenê jî bimîne, em ê şer bikin û bi ser bikevin'

Gerîlayên ku 9'ê Îlona 2017'an tevlî çalakiya li herêma Gostê bûn gotin, "Hêzekê ku li hember gerîla şer bike nîne. Ji xwe Erdogan, hikumeta AKP û artêşa Tirk li hember raman û fikrên Rêber APO têk çûne."

Hêzên artêşa Tirk piştê ku di herêma Zapê de têk çû, ji bo ku têkçûyîna xwe ya herêma Zapê telafî bikin, bi beşdarbûna çeteyên gundê Evliya yê ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê, 9'ê Îlonê berê xwe dan çiyayê Gostê. Di vê operasyonê de bi giranî çeteyên gundê Evliya cih digirin. Li hember vê operasyonê gerîlayên YJA Star û HPG çalakiyekê li dar xistin. Gerîlaya YJA Starê ya ku beşdarî vê çalakiyê bûye Havîn Têkoşîn qala çalakiyê kir.

'LEŞKER LI HEMBERÎ GERÎLA ŞAŞ Û MAT BÛN'

Têkoşîn got, "Me di 9'ê mehê de li ser hêza dagirker a ku li Gostê operasyon dabû destpêkirin çalakiyek li dar xist. Çalakî ji bo tolhildana hevrêyên me yên şehîd bû."

Têkoşîn coş û moralê gerîla yên dema amadekariya çalakiyê bi bîr xist û got, "Ji xwe, neyar dema di xew de bû, me avêt ser wan. Çawa ku heval bi bombe û çekan ketin di mevziyan de leşker şaş û mat bûn. Ji bo vê nekarîn şer bikin. Gelek hatin kuştin, gelek jî reviyan."

'ÇETE XIYANETÊ LI XWE DIKIN Û XWE DIFIROŞIN'

Gerîla Havîn Têkoşîn bal kişand ser çeteyên ku cihê xwe di nava operasyonê de û wiha dewam kir: "Di nava çeperên leşkeran de çeteyan jî cihê xwe digirtin. Ji xwe gava me keşif dikir dixuyan. Bi hevre bi Kurdî qise dikirin. Weke her tim pêşengtiya vê operasyonê jî çete dikirin. Ev çete xiyanetê li xwe dikin, welatê xwe difiroşin." Têkoşîn têkildarî çalakiyê got, "Hemû heval bi îdeayeke mezin beşdarî çalakiyê bûn. Îdeaya me jî ji bo serketinê bû."

'CESARET Û HÊZA NEYAR A ŞERKIRINÊ NÎNE'

Havîn Têkoşîn işaret bi rastiya leşkerên Tirk kir û got, "Me rastiya neyar ya ku ewqasî derew dike û propagandayê leşkerê xwe dike dît." Têkoşîn wiha dewam kir: "Neyar tenê baweriya xwe bi teknîkê xwe tîne. Ev jî li ser hêza gerîla bandor nake. Gerîla bi serketinên mezin dikare pêşî li vê teknîkê bigire. Her çiqasî di çapemeniya xwe de nedin diyar kirin jî û rastiyê xwe veşêre jî wê nikaribe bi gerîla. Di vê çalakiyê de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin. Ji xwe em jî û her kes jî baş dizane ku leşkerên dişinin tevahî kesên ku bi pere leşkertiyê dikin. Bi vî awayî gelê Tirk jî û yê Kurd jî dixapînin. Lê pêwîste êdî her kes vê rastiyê bibîne û neyê xapandin."

Di dawiyê axaftina xwe de Têkoşîn bal kiaşnd ser têkçûna artêşa Tirk û Erdogan û got, "Hikumeta Tirk û Erdogan li hember ramanên Rêber APO têk çûye. Ji vir şûnde wê êdî bi xapandinê nikaribe encaman bigre. Çawa ku em heya niha serketî bûn, em ê ji vir şûnde serketinên xwe zêde bikin. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Ji bo ku em tecrîda li ser Rêber APO têk bibin û azadiya gelê Kurd misoger bikin. Em soz didin Rêberê xwe em ê serketineke mayinde bi dest bixin."

'ŞÊWAZ Û RÊBAZÊN GERÎLA DEWLEMEND E'

Gerîlayê bi navê Şoreş Azadî jî ku ew bi xwe jî beşdarî vê çalakiyê bû wiha dest bi axaftinê kir: "Bi rastî jî hêza dijmin a bi me re şer bike nemaye. Ji xwe her kes jî baş dizane ku artêşa Tirk nikare li hember me şer bike. Neyar hêvî nedikir ku wê çalakiyekê bi vê awayî were lidarxistin. Ji ber bi teknîka xwe pir bawer dikirin. Gerîla her tim dikare bi şêwazekê gelek dewlemend derbê li neyaran bixe. Di çalakiyên gerîlayan de ev diyare. Wê gerîla her tim bi awayekî gelek xurt çalakiyên xwe bidomîne û encamên serketî jî bi dest bixe."

'EV BI RUHÊ HEVRÊ REŞÎD SERDAR TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN'

Azadî destnîşan kir, ku ew bi ruhê hevrêyê xwe Reşîd Serdar ê li Gostê daye afirandin tevlî çalakiyê bûne. Şoreş Azadî wiha dewam kir: "Neyar bi teknîka xwe û çeteyên ku beşdarî operasyonê bûn bawer dikir. Ji ber vê hatin ketin Gostê. Weke her tim neyar bi polîtîkayên xwe yên ku Kurd bi destê Kurdan bide kuştin, ji xwe re esas girt. Lê wê nikaribe bi ser bikeve. Ji ber ku hevî û baweriya hevalan gelekî bilind e."

'NEYAR WEKE HER CARÊ KUŞTIYÊN XWE EŞKERE NEKIR'

Gerîla Şoreş Azadî got, "Weke her carê neyar kuştiyên xwe eşkere nekir. Di çapemeniyê xwe de rê nedan nûçeyeke bi vî awayî. Ji xwe leşkerên wan hemû leşkerên bi peyman leşkertî dikin. Ji bo vê jî malbatê wan bi xwe jî dengê xwe dernaxin. Tevahî propagandayên ku neyar ji bo leşkerên xwe dike derew e. Me ev rastî bi çavê xwe dît. Ji xwe em rastiya artêşa Tirk baş dizanin. Tevahî heval bi ruhekî fedayîne bi ser neyaran ve çûn."

'DESTÊ VAN ÇETEYAN DI NAVA XWÎNA ZAROKÊN ME DE HEYE'

Azadî bal kişand ser çeteyên tevlî operasyonê bûn û wiha pê de çû: "Şermek gelek mezin e, tiştê ku ev çete dikin. Ma ev kîjan wîjdan e ku destê xwe dixin nava xwîna zarokên xwe. Ev ji bo Kurdan şermeke gelekî mezin e."

Azadî anî ziman, ku di vê çalakiyê de wan serketineke mezin bi dest xistine û got, "Em li ser esasê serketinê çûn. Baweriya me ya bi serketinê mezin e. Em ti carî tola hevrêyên xwe yên şehîd li erdê nahêlin. Em di vê baweriyê de ne, em ê tecrîda li ser Serokatî têk bibin û heya gerîlayek bi tenê jî bimîne em ê şer bikin û bi ser bikevin."