Gerîlayê HPG'ê Tekîn hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Serhat Tekîn ku li Colemergê di şer de şehîd bûyî, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Cenazeyê Serhat Tekîn (Bextiyar Avaşîn) ê HPG’yî ku 1’ê Mijdarê di li çoltera Colemêrgê di di şer de şehîd bûbû, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî ku mînakên DNA’yê yên malbata Tekîn li hev hatin, cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat wergirtin. 
 
Cenazeyê Tekîn bi tevlîbûna gelek kesan bi merasîmekê li Goristana Gundê Hespîst ê navçeya Hezexa Şirnexê hat veşartin. Polîsên Tirk dema merasîma cenaze goristan dorpêç kirin.