Gerîlayê HPG’ê Încesû hat veşartin
Leşkerên Tirk destûr nedan ku ji bilî malbatê ti kes tevlî merasîma cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû bibe. Încesî, di dorpêça leşkeran de hat definkirin.
Leşkerên Tirk destûr nedan ku ji bilî malbatê ti kes tevlî merasîma cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû bibe. Încesî, di dorpêça leşkeran de hat definkirin.
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû (Ozan Mûş) ê ku 22’yê Cotmehê di çalakiya qereqola Torûnoba de ku li navçeya Pilûr a Dersîmê ye, li gel 5 hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA’yê ji hêla malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî (STE) ya Meletiyê hat wergirtin. Ji bo definkirinê cenazeyê Încesû ber bi navenda Dersîmê ve hate şandin û beriya bê şandin gor jî hatibû kolan. Lê, li nuqteya leşkerên Tirk a li Pira Seyîtlî ya girêdayî navçeya Mazgêrdê hat rawestandin û destûr nehat dayîn ku bibin navendê.
Wek hinceta vê astengiyê jî hat gotin ku qeyûm destûrê nade. Cenaze, bi wesayîtên zirxî ve saet 03.00’ê şevê bi darê zorê birin gundikê Dewreşan a gundê Mahmût a girêdayî navçeya Mazgêrdê.
Ji bilî endamên malbatê, leşkerên Tirk nehiştin ti kesên din biçin goristanê. Cenaze di dorpêça hêzên dewleta Tirk de hat veşartin. Dema merasîma cenazeyê de leşkeran wêne û dîmen kişandin. Leşkerên ku ji duh êvarî ve xwe li rêya gund û ber goristanê bi cih kirine, rawestandina xwe didomînin.