Gerîlayê HPG'ê Bager Dersim li Mazgêrdê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bager Dersim piştî 96 rojan ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate girtin. Malbatê cenaze li navçeya Mazgêrd a Dersimê veşart.

Gerîlayê HPG'ê Bager Dersim (Dîrenç Dûman), roja 11'ê Tebaxa 2017'an di şerê dijî artêşa Tirk de bi giranî birîndar bû û ji bo bi saxî nekeve dest, bombeya xwe bi xwe teqandibû. Malbatê piştî 96 rojan cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û li Mazgêrdê spart axê. Cenaze di bin dorpêçiya leşkerên Tirk de hate veşartin.

Bavê Dûman ê li Ewropayê dijî Hakki Dûman li ser şehadeta kurê xwe wiha got, "Şêweyê şehadeta Bager, kevneşopiya teslîmnebûnê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nû ve çalak kir. Li pêşberî rêbaza şehadetê, fedakarî û cesareta wî, di şexsê wî de li pêşberî bîranîna hemû hevrêyên wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."