Gerîlayê HPG’ê Andok: Bi rihê PKK’ê em ê dijmin têk bibin

Gerîlayê HPG’ê Andok Amed diyar kir ku gerîla bi ruhê PKK’ê têdikoşin û tu hêz nikare gerîlayan têk bibe.

Gerîlayê HPG’ê Andok Amed derbarê salvegera 44’emîn a PKK’ê ji ajansa me ANF’ê re axivî. Gerîla Andok Amed diyar kir ku ew bi ruhê PKK’ê tevlî nav têkoşînê dibin û tu hêz nikare gerîla têk bibe û got “Di vê serdemê de dewletên faşîst bi her awayî tê serr gelê me û Rêbertiya me. Dewleta dagirker a Tirk, ji bo ku gerîlla biqedîne hemû derfetên xwe xistine meriyetê. Rejîma AKP-MHP tevahî hêza xwe jî têxe dewreyê, wê nikaribe hêza gerîla têk bibe. Ev tişt careke din jî li Zagrosan hate îspatkirin. Faşîzm li hemberî gerîla ketiye nava tirs û xofeke pir mezin. Serkeftinên ku gerîla bi dest xistiye diyar dike wê gerîla vê carê teqez dewletê têk bibe.”

Gerîla Andok di derbarê hestên xwe yên li ser PKK’ê jî got, “PKK beriya her tiştî hêvî, bawerî, girêdanbûyîn fêrî me kir. Di gelê Kurd de hêvî ava kir. PKK ji bo min kelecaneke pir mezin e. Ez bi hezkirineke pir mezin tevlî vê jiyanê dibim. Em ji bo azadiya tevahî mirovatiye şer dikin. Heta ku em di nava doza PKK’ê de têbikoşin, tu hêz nikare me têk bibe.”

Gerîla Andok di dawiya axaftinên xwe de bang li ciwanan kir û got, “Em di merheleyek pir krîtîk de derbas dibin. Dem ew dem e ku tevahî ciwan rabin û di nava vê dozê de cih bigirin. Dewletên dagirker îmhakirina gelê Kurd ji xwe re kirine armanc.  Ji bo ku em vî dijminî têk bibin pêwîst e ciwan tevlî têkoşînê bibin. Bangewaziya min ev e ku ciwanên Bakurê Kurdistanê werin tevlî nava refên şoreşê bibin. Taybet jî ez bang li ciwanên Amedê dikim. Bila li hemberî dijminê dagirker stûyê xwe xwar nekin. Amedê bi rihê 14’ê Tîrmehê li ber xwe daye. Ji vir şûnde jî wê bi vî rihî têbikoşe.”